Malbatên şehîdan li dijî gefên dagirkeriyê li qadan bûn

Malbatên şehîdan gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin ew ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin biparêzin û têkoşînê mezin bikin.

Dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser, têkbirina ewlehî û jiyana hevbeş a pêkhateyên gelê Sûriyê, gefan li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Dagirkerî di demên dawîn de hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê Tirkiyê kom kiriye. Di vê derbarê de bertekên xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê zêde dibin.

REQA

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi sedan malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên li Reqa û Tebqa li stata Beledî ya bajarê Reqayê kom bûn. Beşdaran wêneyên şehîdan hilgirtin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Tebqayê Abdulkerîm Îbrahîm daxuyaniyek xwend û got "Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan em gefên Tirkiyê û liv û tevgera li ser sînor ku herêmê dike armanc, şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, dayîk, hevserên şehîdan û Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî gefên Tirkiyê, dê li gel Hêzên Sûriya Demokratîk yek rêz bin û parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine destxistin bikin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewetî, rêxistinên neteweyî, saziyên mafên mirovan, Koalîsyona Navdewletî û raya giştî hate kirin ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka rabin.

GIRÊ SPÎ

Li ser banga Kongreya Star bi sedan malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî/Til Ebyedê nêzî sînorê Tirkiyê meşek li dar xistin û gefên Tirkiyê red kirin.

Meş ji ber çerxerêya Dadgehê ya li taxa Îskan dest pê kir û ber bi konê çalakiyên mertalên zindî ve yê li taxa Minbeteh ê li nêzî sînorê Tirkiyê ve çûn .Beşdaran alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan hilgirtin û sloganên"Na ji gefên Tirkiyê re "berz kirin.

Li bin konê çalakiyê daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endama Meclisa Girê Spî Sûzan Berces ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:"Bi navê hevserên şehîdan, dayîkên şehîdan û bi navê hemû dayîkan û qurbaniyên şer, em ji cîhanê û raya giştî re dibêjin; gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi îdîaya têkbirina terorê û parastinê kok jê re tune ye."

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan tekez kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji demê hatine rizgarkirin, herêmên ewle ne, ev jî bi saya berdêl û qurbaniyên dayîkan e.

Sûzan diyar kir ku bi slogan "Parastina Xak û nasmûsa xwe" dê parastina welat bikin, her wiha dê di bin vî konî de li kêleka hêzên xwe yên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û QSD`ê, mertalên zindî bin.

Sûzan  Berces got"Tirkiyê îdîa dike ku dê wekhevî û geşpêdanê pêk bîne, lê îro şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê desteser dike û mafên gelan tune dike, li ser vî esasî em bang li civak û gelên xwe yên li Tirkiyê nexasim dayîk û dayîkên şehîdan dikin ku banga mafên xwe bikin û rê nedin dewleta Tirkiyê ya Osmanî her wiha banga piştgiriya pêngava Kongreya Star dikin."

SERÊKANIYÊ

Bi heman armancê bi hezaran malbatên şehîdan ên kantona Hesekê li bajarê Serêkaniyê kom bûn û meşeke girseyî li dar xist.

Meş ji çerxerêya Meclisa Navçeya Serêkaniyê ber bi konê mertalên zindî yê li ser sînor ve dest pê kir. Meşvanan wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilda bûn û pankartên wekî "Welat welatê me ye ji dagirkeriya Osmanî ya nû re na, bijî biratiya gelan" vekiribûn. Di meşê de bi navber dirûşmên silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dilsoziya bi şehdîan re û dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk hatin qîrkirin.

Meşa ku li kolana dinavbera bajarokê Til Helebê û bajarê Serêkaniyê de geriya li ber konê çalakiya mertalên zindî rawestiya.

Li vir bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona HEsekê Heval Îbrahîm daxuyanî xwend.

Îbrahîm anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê aştîxwaz in ji tevahî cîhanê re aştiyê dixwazin "Dîrokê şahidê vê yekê ye, ku em parastina hebûna xwe ya li ser xaka xwe ya dîrokî  dikin, me êrîşî ti derê ne kiriye û me dagir kiriye, banga me jiyana hevbeş, biratiya gelan û rêzgirtina cîranan e. Lê bi destên pergalên faşîzmê, dagirker û dîktatoriyê bi taybet dagirkeriya Tirk a hembûna Kurd qebûl nake azar bi serê me de anîn. Gelê Kurd gelê herî qedîm di axa Mezopotamya ye."

Heval Îbrahîm îşaret bi vê yekê kirk u armanca dagirkeriya Tirk a bi serkêşiya AKP‘ê-Erdogan gelên Kurd, Ereb û gelên resen ê heêrmê Kildan, Suryan, Asur, Ermen û gelên din tine bike û qirkirina Sêfo ku milyon û niv ermenî bûne qurbanî dûbare bike.

Îbrahîm her wiha anî ziman ku destwerdana Tirkiyê di Sûriyê rê li ber komên çete hesan kir ku di sînorê wê de derbasî Sûriyê bûn û got, piştî têkbirina DAIŞ‘ê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Tirkiyê dest bi gefan kir da ku çeteyên DAIŞ‘ê zindî bike.

Heval Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li malbatên şehîdan kir ku têkoşînê mezin bikin da ku xeyalên şehîdan bi cih bînin.

ANHA


Mijarên Din