​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Hemleyeke îstixbaratê li dijî şoreşê pêk tê, divê gelê me hişyar be

Malbatên Şehîdan ên kantona Kobanê gotin: “Rejîmên weke Tirkiyê herêm veguherandine qadek istixbatatî. Divê gel hişyar be, ev şerekî taybet ê ji bo hedefgirtina Kurdan e.”

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di mehên Hezîran û Tîrmehê de piştî şopandinê bi çalakiyên îstixbaratî, toreke ajanan li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt. Erka wan diyarkirin û şandina nuqteyên ewlehiyê ji îstixbarata Tirkiyê re, pêkanîna aktevîteyên îstixbaratî di nava ciwanan de û teşwîqkirina madeyên hişbiriyê û fihûşê bû.

Hevserokê Deseteya Parastina ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen îşaret bi hewldana dewleta Tirk a têkbirina Şoreşa Rojava bi rêya sîxurên di nava saziyan û gel de kir û got: “Hewl didin fitneyê di civakê de çêbikin, kesan bikujin û agahiyên ewlehî yên herêmê ji îstixbarat Tirkiyê re dişînin.”

Şêx Hesen wiha berdewam kir: "Ev şerekî taybet e ku yekitiya gelê Kurd hedef digire. Bi rêya bikaranîna ciwanên Kurd wekî sîxur li ser erdên me û di nava gelê me  de,  hewl didin ku fitneyê di nava me de derxînin û wekî bi dehan şoreşên Kurdî yên din Şoreşa Rojava jî têk bibin. Divê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê dûrî van karan bikeve û vegere welatê xwe."

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî, Hêzên Ewlehiyê li taxeke bajarê Kobanê yek ji sîxurên girêdayî îstixbarata Tirkiyê (MÎT) girtin.

Sîxur Serdar Ebdî behsa ziraviyên mehên borî ku tê de karê sîxurtiyê ji îstixbarata Tirkiyê re kiriye esker kir û got: “Gelek kesên ku têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê re hebûn, radestî hikumeta Tirkiyê kiriye.”

Eyşe Efendî ku dayika şehîdekî ye wiha got: "Şoreşa Rojava rastî hemleyeke îstixbaratî ya sîstematîk ji aliyê Tirkiyê û rejîmên din ve, tê. Civaka me dikare vê hemleyê têk bibe. Divê her kesek ji bo têkbirina van siyasetên qirêj bibe hêz, divê welat û gelê xwe ji bo hinek pere nefiroşin."

(cx)


Mijarên Din