Malbatên şehîdan û gaziyên şer: Dewleta Tirk çavkaniya DAIŞ û El-Nusrayê ye

Malbatên şehîdan û gaziyên şer ên kantonên Şehba û Hesekê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bêserûberî ji wêrankirin, koçberkirin, qirkirin, hedefgirtina sivîlan û bi taybet zarokan, red kirin û bang li dewriyeyên Rûsyayê yên ku tevî hêzên dagirkeriyê digerin, kir ku sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst rawestînin.

HESEKÊ

Bi dirûşma "Bi yekitiya gelên azadîxwaz re dê asta têkoşînê bilind bikin" Meclisa Malbatên Şehîdan û Mala Gaziyên Şer meşek li kantona Hesekê ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifetê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar xist. Her wiha tê de bi hezaran şênî û birîndar amade bûn.

Xwepêşandêr li pêş navenda tenduristiyê ya Til Hecerê ya bajêr kom bûn û alên QSD, YPJ’ê, wêneyên komîteya Til Rifetê û pankartên bi nivîsên "Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xaka me ne, Sozgîn û Medya rûmeta me ne, zarokan nekujin" hildan.

Meş li gelek kolanên taxê gerî û dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û silavkirina Berxwedana Rûmetê, berz kirin.

Li kolana giştî ya li nêzî Dêra Aşûrî meş vegerî mîtîngê. Piştre deqeyekê rêz hat girtin û daxuyanî ji hêla Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û Mala Gaziyên Şer bi 3’ê zimanan hat xwendin. Bi zimanê suryan Ramî Îsa, bi zimanê kurdî Nûjiyan Adar û bi zimanê Erebî Silêvan Elî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst  û çeteyên pê ve girêdayî, ji 9’ê Cotmehê ve êrîş anin ser herêmên me û bajarên me yên dîrokî yên mîna Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Heta niha jî ev êriş berdewam in. Di vê demê de û di encama berxwedana li dijî dagirkeran a ji bo parastina gel û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me bi sedan şehîd û birîndar dan. Her wiha  qurbaniyên mezin hatin dan ji bo pêşîlêgirtina koçberiya bi zorê ya ku gelê me pê re rû bi rû dima.

Dewleta Tirk li pêşiya çavên hemû dinyayê qirkirin û dagirkeriyê pêk tîne. Çawa cîhan hemû di der barê dagirkirina Efrînê de bê deng bû û çavên xwe ji komkujî, koçberî û talankirina ku dewleta Tirk pêk anî digirt, ta niha jî heman helwest der barê Serêkaniyê û Girê Spî de berdewam e.

Du sal di ser dagirkeriya Efrînê re derbas bûn û ta niha jî hîn talankirin û komkujî berdewam in û derbasî herêmên din jî dibe.

Em wek malbatên şehîd û birîndarên Serêkaniyê û Girê Spî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê qebûl nakin. Çeteyên li gorî hişmendiya talankirin, koçberkirin û qirkirina ku zarok û sivîlan armanc digire, tev digerin.

Banga me ji bo raya giştî ya cîhanî, civaka navdewletî, dewletên Ereb, gelê Kurd, Suryan, Ereb, Asûr, Tirkmen, hemû ol û bawerîyên ku dibin xetereyê de ne, gelên ku li Rojhilata navîn dijîn, her wiha em bang li hemû tevger, rewşenbîr û kesayetên demokratîk dikin ku xwedî helwest bin. Divê her kesek li hember vê dagirkeriyê têkoşînê bilind bike. Divê her kesek hewl bide ku dewleta faşîst a ku gelê me qir dike û ji bo hemû gelên herêmê xetere ye, ji herêmê derxe. Her wiha ev qirkirin û guhertina demografî û talankirina ku pêk tê, bidin rawestandin.

Em şahidê vê berxwedana dîrokî ne ku li ser vê xakê pêk hat. Her wiha me gelek zorî û zehmetî dîtin. Lewre pêwîst e her kes vîna me û qurbaniyên ku me dan, qebûl bikin û nabe ku paşguh bikin.

Agirbesta ku hatiye ragihandin, xapandineke mezin bû û tenê dikare wisa were pênasekirin. Em dibêjin; ger bi rastî jî hun dixwazin agirbestê bikin û ji bo ku gelê me rastî kumkujî û koçberiya neyê, wê demê çima gavên pratîkî di vê derbarê de nayên avêtin?

Em ê tu carî dagirkeriyê qebûl nekin û divê dewleta Tirk ji xaka me derkeve.

‘DIVÊ DEWRIYEYÊN RÛSYAYÊ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ PÊK BÊN’

Daxwaza me ji dewleta Rûsyayê ew e ku beşdarî dagirkerî û parçekirina xaka me nebe û hemû tevgerên ku vê dikin armanc jî rawestîne. Her wiha rêzdariya  xwe ji şehîd, birîndar û malbatên wan re nîşan bide. Nabe ku dewriyên wan ê dibin navê herêma bi ewle de dagirkeriya dewleta Tirk rewa bikin û piştgiriyê bidin wan. Pêwîst e ev dewriyeyên Rûsyayê li herêmên ku dibin şer û êrişan de ne bi cih bibin, ji bo ku sûcên şer ên ku dewleta Tirk dike bibînin û teqez bikin. Lê mixabin dewleta Rûsya van kiryarên ku dewleta Tirk û çeteyên dike nabîne û paşguh dike.

Heger bi rasti jî dixwazin ewlehî û aştiyê pêk bînin û xwe wekî hêzeke aktîf dibînin, pêwîst e, êriş, talankirin û qirkirina ku li herêmên dagirkirî  bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk tên, rawestînin.

Di dawiyê de, banga me ji bo saziyên mafnasiyê û rêxistinên mafên mirovan ew e ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û em ji wan re dibêjin: Rojane komkujî li ser me pêk tên, van kiryaran rawestînin û ji bêdengiya xwe derkevin.

Em ji Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê re tekez dikin ku çavkaniya DAIŞ, Cebhet El-Nusra û hemû komên çeteyan, dewleta Tirk bi xwe ye. Lewma daxwaza me ji hemû piştgirên dadmendî û mafên mirovan ew e ku dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî bixin lîsteya terorê.

Em komkujiya ku li Şehba- Til Rifetê pêk hat şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji wan re teqez dikin ku em ê tola gel û zarokên vî welatî li erdê nehêlin.  Têkoşîna me têkoşîna rûmet û berxwedanê ye. Têkoşîna ji bo azadî û yekitiya gelan e. Bi hemû awayan em ê berxwedana rûmetê bilind bikin û dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin.”

ŞEHBA

Li Şehbayê Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer daxuyaniyeke şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li bajarê Til Rifetê pêk aniye, weşand.

Bi dehan gaziyên şer, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên komînan û meclisên herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn. Beşdaran alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê û pankarta bi nivîsa"Bi yekitiya gelan dê berxwedanê bilind bikin" hildan.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla Gîvara Şoreş û bi zimanê kurdî jî ji hêla Emîna Bakîr ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi dirûşma bi yekitiya gelan a piştgiriya berxwedanên Serdem û Rûmetê, ka bi wê re dagirkirina faşîsta Tirk û çeteyên wê li ser xaka Sûriyê têk bibin.

Êrişa ku bi wê re Efrîn bi destê dewleta Tirk a faşîst û komên çekdar ên girêdayî wê hat dagirkirin ji 2 salan ve û bi awayekî rojane, dizîn, qirkirin, talankirin lê pêk tê. Her wiha jî di 9’ê Cotmehê de dewleta Tirk a faşîst êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn û bajarên dîrokî yên mîna Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Bi van êrişan bi deh hezaran şênî li pêş çavên cîhanê koçber bûn.

Dewleta dagirker çekên qedexekirî li dijî gel bi taybet li dijî zarokan bi kar anîn û hêzên niha heyî jî van komkujiyan paşguh dikin û derfetê li pêş faşîzmê vedikin ku ji nû ve komkujî, qirkirin, kuştin û dizînê pêk bîne."

Daxuyanî bi silavkirina berxwedan û kedên şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din