Malbatên şehîdan: Em şopdarên xeta şehîdên xwe ne

Malbatên şehîdan ku tevlî çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê bibûn, diyar kir ku dê li hemberê hemû gefên li ser herêmê bisekinin û xeta şehîdan berdewam bikin.

Çalakiya mertalên zindî ya li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyên  yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 6‘an de ye. Îro bi sedan malbatên şehîdan beşdarî çalakiyê bûn û teqez kir ku dê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Malbatan wêneyên zarokên xwe yên şehîd û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtibûn û diruşmên şermezarkirina dagirkeriyê qîr dikirin.

Di bin konê mertalên zindî de dayika her du şehîdên (Hozan û Bengîn) Xezal Silêma axivî û di destpêkê de aramî ji malbatên şehîdan re xwest.

Xezal îşaret pê kir ku dê li hember gefên li herêmê li ber xwe bidin û dê heta rizgarkirina tevahî parçeyên Kurdistanê têbikoşin û wiha lê zêde kir: "Dê li rêça zarokên xwe yên şehîd bimeşin."

Xezal di dawiya axaftina xwe de diruşmên  "Na ji dagirkeriya Tirk re, xaka Kurdistanê, xaka me ye." Avêtin.

Her wiha koma Baran Hozan û Koma Kîkan ve stran pêşkêş kirin. Şêniyan jî di ber re govend gerand.

Çalakiya mertalên zindî heta sibe jî bidome.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din