Malbatên şehîdan: Divê kujer di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Hemîsê bang kir ku sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê re deynin û kesên kujer radestî dadgeheke navneteweyî bikin.

Ji beriya mehekê ve artêşa Tirk êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê û gundên ku niştecih tê de hene, dike. Di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da, herî dawî jî duh balafirên şer ên Tirkiyê herêma Bamernê bombebaran kir û di encamê de sivîlek şehîd bû.

Îro hejmarek ji malbatên şehîdan li Til Hemîsê kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re da. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Ebawî li pêşiya navenda meclisê ya navçeyê daxuyanî xwend. Ehmed El-Bawî destnîşan kir ku dewleta Tirk hîn jî li dijî herêmên Sûriyê û Iraqê sûcên xwe berdewam dike û bi vê yekê pîvanên navneteweyî binpê dike.

Malbatan diyar kir ku dewleta Tirk li ser bingeha qetilkirin û terorê hatiye avakirin, ji ber vê bi balafiran gundên ewle û şêniyên herêmê dike armanc, rojane bi rêbazên cuda sûcan pêk tîne, mînaka wê jî bûyera li Başûrê Kurdistanê ye, nexasim bûyera duh li gundê Bamernî rû da

Malbatan bal kişand ser ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê rûyê rastîn ê dewleta Tirk eşkere dike. Dewleta Tirk hewl dide xewnên bapîrên xwe yên osmanî zindî bike.

Malbatan da zanîn ku ew ê piştgiriya birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, Heftanînê û Şengalê bikin, nêrînên xwe der barê êrişên dewleta Tirk de diyar kirin û wiha domand: "Em israra xwe ya li dijî van êrişan destnîşan dikin û bang li NY û rêxistinan dikin ku hedekî ji dewleta Tirk û sûcên wê re deynin û kujeran radestî dadgeheke navneteweyî bikin."

(eh(

ANHA


Mijarên Din