Malbatên Şehîdan: Baweriya me bi QSD`ê heye

Malbatên şehîdan a navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku ew bi QSD`ê bawer in ku hemû êrîşên Tirkiyê yên muhtemel li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

Di berdewamiya gefxwarinên Tirkiyê ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertekên dijî gefxwarinên Tirkiyê jî berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, gelek malbatên şehîdan rêya berxwedanê teqez kirin û baweriya xwe bi QSD, YPG û YPJ`ê tînin.

 ‘QSD`ê dikare hemû êrîşên muhtemel têk bibe’

Hediye Mihemed dayîka şehîd Dilovan ku di hemleya rizgarkirina navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ`ê şehîd bû, teqez kir ku QSD dikare hemû êrîşan têk bibe û wiha got: "QSD, YPG û YPJ ku ji şêniyên herêmê hate avakirin, dikare hemû êrîşên muhtemel têk bibe, weke çawa çeteyên DAIŞ`ê têk bir, dê her aliyên ku dixwazin herêmên me dagir bikin, têk biçin."

 ‘Armanca Erdogan dawîkirina hebûna Kurdan e’

Her wiha bavê herdu şehîdan Xêredîn û Neserdîn Rustem, Silêman Silêman ku di têkoşîna nava Rizgariya Kurdistanê de şehîd bûn, anî ziman ku armanca Erdogan rûxandina herêmên wan ne û wiha got: "Weke berê li Kobanê û Şengalê bi rêya çeteyên DAIŞ`ê û li Efrînê bi rêya alavên xwe yên leşkerî, pêk anî, armanc dike ku Kurd li kur be, wan tune bike."

Emîne El-Ewad dayîka şehîd Meyar ku di hemleya rizgarkirina Tebqayê de şehîd bû, da zanîn ku ji bo têkbirina terorê û rizgarkirina welat gelek berdêl dan û di rêya berxwedanê dijî Tirkiyê û hemû aliyên ku dixwazin herêman dagir bikin, bimeşin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din