Malbatên qurbaniyên teqîna Tirbespiyê hêvî dikin şaneyên DAIŞ`ê bêne tunekirin

Bavê herdu zarokan Ibrahîm Hisên El-Hemûd ê 11 salî û Ebdullah Hisên El-Hemûd 9 salî yên ku bi kurê xalê xwe Mûsa El-Ebidllah re di teqîna Tirbespiyê de jiyana xwe ji dest dan, hêvî kir ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê yên ku di demên dawî de piştî gefxwarinên Tirkiyê çalak bûne, tune bibin.

Duh li navçeya Tirbespiyê a herêma Cizîrê çeteyên DAIŞ`ê bi rêya erebeyeke bombebarkirî ku li pêşiya navenda Berîdê li pêşiya dibistana Xewla ya keçikan bû, teqînek pêk anî, di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 2 ji wan birayê hev in û yê din kurê xalê wan e, tevî malbata xwe ji bajarê Helebê koçber bûn û li navçeyê rûniştin.

Zarokên ku jiyana xwe ji dest dane ev in: Ibrahîm Hisên El-Ehmûd (11) û Ebdullah Hisên El-Hemûd (9) û kurê xalê wan Mûsa Ebdullah (8).

Îro malbatên wan kon li taxa Colan a navçeya Tirbespiyê vedan, bi dehan malbatên navçeyê û endamên saziyan berê xwe dan û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Hisên El-Hemûd, bavê herdu qurbaniyan ji ANHA`yê re destnîşan kir ku ew 5 sale ji ber şerê li Helebê ku komên teror û çeteyên ên Tirkiyê reviyan û ji ber ewlehiya li navçeya Tirbespiyê lê bicih bûn.

Hisên El-Hemûd da zanîn ku ew di 5 salên çûyî de mîna koçberên din bi aştiyê û biratî dijîn, heta ku terorê dest avêtin wan û herdu zarokên wî û kurê xalê wan qetil kirin.

Bavê herdu zarokan hêvî kir ku gefxwarinên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawî bibe, her wiha şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê ku di demên dawî de çalak bûne, tune bibin û mîna li wî hat li tu kesên din neyê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din