Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Birayê rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li girtîgeha Îmraliyê ji bo ku xizmên xwe yên li girtîgehê bibînin, dîsa serî li dozgeriyê da.

Birayê rêber Abdullah Ocalan; Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê; Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 21 salan cara pêşî 27'ê Nîsanê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Her wiha girtiyên din jî piştî 2015'an ku ew biribûn Îmraliyê, cara pêşî karîbûn ku bi malbatên xwe re bi telefonê biaxivin.

ANHA


Mijarên Din