Malbatên çeteyên DAIŞ`ê agir bi kampa Eyn Îsayê xistin

Malbatên çeteyên DAIŞ`ê agir bi kampa Eyn Îsayê xistin û li herêmê belav bûn

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji navçeya Eyn Îsayê bidest xistine ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên di kampa Eyn Îsayê de agir bi kampê xistin û li herêmên belav bûn.

Beriya wê jî 750 endamên malbatên DAIŞ`ê dema ku artêşa Tirk a dagiker parêzvanên kampê kir hedef da ku rê li pêşiya reva malbatên çeteyan veke, reviyan

QSD`ê hineke DAIŞ`î ku reviya bûn û ber bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve diçûn, girt.

Ji destpêka êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagiker girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê têde, topbaran dike. Rejîma Tirkiyê hewl de wan rizgar bike ji ber ditirse ku destekdayîna wê ji çeteyan re ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bibe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din