Malbatek ku ji zilmê xwe xilas kir

Malbatek ji herêmên dagirkirî bi zehmetî xwe gihand herêmên di bin parastina QSD‘ê de diyar kir ku çeteyên Tirkiyê keçeke wan revandin. Malbatê destnîşan kir ku jiyana sivîlên li herêmên dagirkirî di xeteriyê de ye.

Malbatek Kurd ji 10 kesan pêk dihat (5 jin û 5 zarok) ji gundê Celkê yê dagirkirî ku dikeve bakurê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi zehmetî xwe gihand herêmên ewle yên di bin parastina QSD‘ê de

Malbat destnîşan kir ku ji dema dagirkirina gund ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dihat astengkirin û zulm û îşkencekirin. Malbat di gund hatibû dorpêçkirin, çeteyan nedihiştin ku ji gund derkeve.

Malbat bi zehmet dikarî ji gund derkeve û xwe bighîne bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku ji ailyê xwe ve ew gihandin cihên bi ewle yên di bin parastina QSD‘ê de.

Welatiya bi navê Zerga Seed a malbata xwe ji çeteyan xilas kir diyar kir ku çeteyan pere û zêrên jinan dizîn û tevgera malbatan kontrol dikirin, di heman demê de hemû zext li wan dikirin.

4 ZAROK HATIN REVANDIN Û ÊŞKENCEKIRIN

Malbatê diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk  4 zarokên wan, di nav de (Reşîd Yasir yê 13 salî û Mehmûd Yasir ê 15 salî ) revandibûn û bi sûc û sebeb ew êşkence kirin.

Malbatê her wiha destnîşankir ku çeteyan keçeke wan 17 salî revandin û ew birin Girê Spî, heta niha ti agahî jê negirtine.

Malbatê îşaret bi vê yekê kir ku zarokên hatibûn revandin û êşkencekirin, piştî hatin berdan jî li gund di bin çavdêriya çeteyan de mane û destnîşan kir ku hîna aqûbeta gelek zarokên hatine revandin ne diyar e.

Jinan, dane zanîn ku jiyana sivîlan, bi taybet jiyana jinan li gund mane di xeteriyê de ye û gumd mîna dojehê bi nav kir û gotin li ser wan zext heye, heqaret li wan têne kir, li gund dizî û talankirina milkên sivîlan berdewam dike.

ANHA


Mijarên Din