Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li girava Îmraliyê, ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Ji malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasîsê wî Mazlum Dînç ji bo biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û hevdîtin bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Ji malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Emin Konar û ji malbata Veysi Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.


Mijarên Din