Malbata şehîd Serxwebûn Elî: Rûsya berpirsê şehadeta kurê me ye

Malbata şehîd Serxwebûn Bengîn Elî got şehadeta kurê wan li ser destê artêşa Tirk berpisyartiya Rûsya dibînin û wiha gotin: "Rûsya fedral berpirsa şehadeta kurê me ye. Ji ber beşek ji hevpeymana ku hatiye ragihandin.”

Li gorî hevpeymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev dewriya sêyemîn ku bi rê ve diçû, di gel ku wek herêmên din dewrî ji aliyê gel ve bi keviran hate redkirin û artêşa Tirk binpêkirinên xwe berdewam kirin, sivîlek qetil kir û çendên din birîndar bûn.

Têkildarî şehadeta Serxwebûn Bengîn Elî malbatê daxuyanî ji raya giştî re da û Rûsya fedral berpirsa qetilkirina kurê xwe ragihand.

Daxuyaniya malbata şehîd Serxwebûn wiha ye:

"Di 8 Mijdarê de dewriya Rûsya-Tirkiyê li herêma di navbera Bakurê navçeyên Çilaxa û Girkê Legê dest bi gera xwe kirin, dema dewrî geriya, gelên herêmê bi awayekî aştiyane bipêkirinên artêşa Tirkiyê li dijî gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red kirin.

Li gorî hevpeymana di 22’yê Cotemeha derbasbûyî navbera Rûsya fedral û dewleta Tirk de,  dê dewriyên hevbeş werin birêvebirin.

Dema dewriya hevbeş li herêma Aliyan dest bi gerê kir. Kurê me bi gel re komkujiya artêşa Tirk der heqê sivîlan de, derbasbûna panzêrên Tirkiyê û koçberkirina bi hezaran gelên herêmê, red kir û ji ber vê yekê panzêra artêşa Tirk pêl li kurê me Serxwebûn Bengîn Elî kir.

Piştî panzêra dewleta Tirk pêl li kurê me kir. Me ew rakir nexweşxaniya Dêrikê. Tevî hewldanên kadroyên tenduristiyê, lê belê jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê em şehadeta kurê xwe Serxwebûn Bengîn Elî berpirsyartiya Rûsya fedral dibînin ku aliyeke hevpeymanê ye."

 (eh)

ANHA


Mijarên Din