​​​​​​​Malbata Qereçox çanda Kurd bi vegotina stran û kilaman diparêze

Gelê Kurd hertim dîrok û çanda xwe bi vegotina stran û kilaman parastiye. Malbata Qereçox bi vê erka xwe radibe û bi vegotina kilam û stranan çanda Kurdî diparêz e.

Wêje, destan, efsane, stran û kilamên Kurdî bi rêya vegotina devkî hatin parastin û ji nifşekê derbasî nifşa din bû.

Ruxmî ku stranên modern di nav çîna ciwanan de navdar in û êdî stran û kilamên kevnar guhdar nakin, lê hinek kes hewl didin vê çanda xwe biparêzin.

Malbata Qereçox jî yek ji van malbatane. Malbata Qereçox ji gundê Satiya yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ye. Zarokê bi navê Hesen Qereçox 9 saliye. Tevî temenê xwe yê biçûk lê strana Memê Alan ezber kiriye û niha hewl dide stranên mîna wê vebêje. Her wiha stranên girêdayî Efrînê yên ku hunermendên gelêrî çêkirine vedibêje.

Bavê Hesen, Izet Qereçox (52) stran û kilaman dibêje. Izet ji 16 saliya xwe ve  dengbêjiyê dike. Ew jî ji bavê xwe Hisên Qereçox fêr bûye.

Hesen Birîmo welatparêzek ji gundê Satiya ye. Kasêtên stran û mewalên mîna Hisên Begê Zîlo, Kolikê Silêmên, Sad Ehmed û Hemdîn û Şemdîn ên ku hunermendên Kurd ên kevnar vegotine, dianîn gund. Ji zarokên gund re vêdixist.

Bapîrê Hesen Hisên Qereçox ji nav wan zarokên ku guhdarî wan kasêtan dikir e. Bi vî awayî stran ezber kirin û hunera xwe fêrî kurê xwe Izet kir.

Vegotina kilama Memê Alan kedek mezin dixwaze û saetek û nîv dirêj dike. Lê li hember daxwaza Hesen nebû asteng. Hesen tenê di mehekê de vegotina kilamê ji bavê xwe fêr bûye. Hesen ji 7 saliya xwe fêrî vegotina van stran û kilaman dibe.

‘DEMA BAVÊ MIN WAN STRANAN DIBÊJE EZ JI WAN STRANAN HEZ DIKIM’

Hesen got: "Dema bavê min stran û kilaman dibêje ez guhdar dikim. Ez ji wan stranan hez dikim. Di 7 saliya xwe de ez fêrî vegotina wan stranan bûm. Ez bi wan kilaman ve hatim girêdan û dixwazim bêtir fêr bibin."

Îzet Hisên bavê Hesen behsa girîngiya çandê kir û got: "Gelek netewan dîroka xwe bi rêya nivîsandinê, û lêkolînan parastin û diparêzin. Lê gelê Kurd ji berê ve bindest e. Ji ber wê nikarî dîroka xwe binivisîne. Lewra dîroka me, wêje, çand û destanên gelê me bi awayekî devkî bi rêya vegotina stran û kilaman hate niha hatin parastin. Bi rêya nifşan gihaşt vê rojê."

JI BAVÊ XWE FÊR BÛ Û FÊRÎ KURÊ XWE DIKE

Izet wiha domand:" Hesen Birîmo kesayetek welatparêz bû. Kasêtên destan û çîrokên dîrokî yên girêdayî çanda Kurd kom dikirin. Zarokên gund kom dikirin û guhdarî wan kasêtan dikirin. Da ku jê fêr bibin û ew jî dema mezin bûn fêrî zarokên xwe bikin. Ji bo ku çanda Kurd bê parastin."

Izet di berdewama gotinên xwe de got: "Bavê min ji nav wan zarokan bû. ji Hesen Birîmo fêr bû û vegotina stran û kilaman fêrî min kir. Niha jî ez zarokê xwe fêrî vegotina kilaman dikim. Dê ew jî fêrî zarokên xwe bike. Lê ev stran heta niha kesek venabêjin, divê em wan biparêzin. Ji du salan ve ez zarok fêr dikim. Niha dikare kilama Memê Alan vebêje."

Izet wiha pê de çû: "Tevî ku vegotina wê saetek zêdetir dirêj dike, lê dîsa ez Hesen fêr dikim. Ez bang li nifşa nû dikim ku me bişopînin, çanda xwe winda nekin û wê biparêzin."

Malbata Qereçox di Kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê li navçeya Şêrawa de dimîne. Ew jî weke bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji ber dagirkirina artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de koçber bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din