Malbat û parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Malbat û parêzerên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza biçin Îmraliyê, serî li dozgeriyê da.

Birayê rêber Abdullah Ocalan,  Mehmet Ocalan û vasiyê wî parêzer Mazlum Dînç, bi boneya di navbera 11-15'ê Gulanê de biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê biki,n serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Rêzan Sarica, Raziye Turgut, Îbrahim Bîlmez û Serbay Koklu jî bi heman daxwazê serî li serdozgeriyê da.

Birayê girtî Omer Hayri Konar Alî Konar, birayê girtî Hamili Yildirim Polat Yildirim û xwişka girtî Veysî Aktaş Melihe Çetin jî bi daxwaza biçin Îmraliyê û xizmên xwe yên girtî bibînin, bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê da. Malbatan dîsa xwest mafê girtiyan ê hevdîtina telefonê bê dayîn.

Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş, ji 15'ê Adara 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019’na û 2'yê Adara 2020'an de bi malbaten xwe re hevdîtin kirin. Hamîlî Yildirim jî ji roja birine Îmraliyê 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatê re hevdîtin kiriye.


Mijarên Din