​​​​​​​Malbat û parêzer ji bo biçin Îmralî serlêdan kirin

Malbata Abdullah Ocalan û girtiyên din li gel parêzeran ji bo biçim Îmralî serlêdan kirin.

Birayê Rêber  Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo di navbera dîroa 20-22’yê Gulanê de biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêber Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Newroz Ûysal jî ji bo di navbera dîroka 20-22’yê Gulanê de biçin muwekîlê xwe bibînin serlêdana Serdozgeriyê kirin.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ên din ên li girtîgeha Îmralî bi rêya parêzeran serlêdan kirin.

Malbatan ragihandin ku dixwazin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re baxivin.


Mijarên Din