Malbat Ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêber Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtin bi xizmên xwe yên li Îmraliyê ne pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji malbata Rêber Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û vasîsê wî Mazlum Dinç ji bo duşemê biçin Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji malbata girtiyê li Îmraliyê Omer Hayri Konar birayê wî Emin Konar, ji malbata Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim û ji malbata Veysi Aktaş xwişka wî Melihe Çetin û keça wî Eylem Çetin bi rêya parêzeran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

 


Mijarên Din