​​​​​​​Mala Êzidiyan salvgera rizgarkirina Kobanê pîroz kir

Mala Êzidiyan ya herêma Cizîrê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyanî da û ev roj pîroz kir û got: “Rizgarkirina Kobanê xwedî wateyên girîng e. Rêya xilasiyê ye ku ji israr û berxwedanê destpê dike. Efrîn, Serêkaniyê û tevahiya herêmên dagirkirî mîna Kobanê wê vegerin.” 

Mala Êzidiyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dijminên azadiyê li hemberî çanda berxwedanê ya ku her ku diçû mezin dibû û gelê karî xwe bi rêve bibe, xwe ranegirtin û êrişî Kobanê kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de Mala Êzidiyan piştrast kir ku rêxistina terorîst û piştevanên wê nizanîn ku Kobanê dê bibe sembola berxwedanê û navên şehîdên wê dê bibin cihê serfiraziyê.

Di dawiyê daxuyaniyê de Mala Êzidiyan got: “Rizgarkirina Kobanê xwedî wateyên girîng in. Divê hemû vê berxwedanê bixwîne. Her wiha di vê berxwedanê de piştrast bû ku rêya xilasiyê ji berxwedan û israrê destpê dike. Efrînê, Serêkaniyê û tevahiya herêmên dagirkirî wê mîna Kobanê serbilind vegerin.“

(şx)

ANHA


Mijarên Din