Mala Êzidiyan "Roja reş" şermezar kir

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê got: "Rêber Ocalan bi fikr û felsfeya xwe bandorek li milyonan kesî kir û planên pergalên hegemon ên dagirkirina herêmê rewa dike, eşkere kir."

Têkildarî salvager 21‘emîn a komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "21 sal li ser bîranîna reş a kamploya navnetewî ya li dijî Rêber netewî Abdullah Ocalan re derbas bû, ku di kesayeta wî de gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz hedef girt. Ev komplo ku gelak alî û dewletan beşdar bûn sala 1999‘an li Kînyayê bi dawî bû. Îstîxbarata Tirk, Amerîka, Îsraîlê beşdarî vê komployê bûn.

Ji 15‘ê Sibata 1999‘an de dîlgirtiyê aştî, mirovahî û demokrasiyê Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye.

Rêber Ocalan bi fikr û felsfeya xwe bandorek li milyonan kes kir, girtîgeha tekeksî kir minbera aştî, azadî û demokrasiyê, planên pergalên hegemon ên dagirkirina herêmê rewa dike, eşkere kir."

Em Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi dengekî bilind bang li hemû azadxwazan dikeku banga azadiya Rêber Ocalan bikin û tecrîda li dijî wî hatiye ferz kirin bi dawî bikin."

ANHA

 


Mijarên Din