Mala Êzidiyan hikmê bidarvekirina Xalid Şemo şermezar kir

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîr biryara dozgeriya Iraqê ya dervekirina ciwanê êzidî Xalid Şemo Ferhan şermezar kir û piştrast kir ku şahid hene ku gerdenaziya Ferhan ji tawanbariyan disepîne. Her wiha Mala Êzidiyan bang li aliyên pêwendîdar ên hikumet û rêxistinên mafên mirovan kir ku dest tê werdin û hikmê bidarvekirinê rakin.

Desthilatdarên Herêma Kurdistanê ciwanê bi navê Xalid Şemê Ferhan beriya 3 salan bi tawana pêkanîna sûcê kuştinê li dijî kesekî ji bajarê Zemar, girtiye. Her wiha desthilatdarên Herêma Kurdistanê ciwan radestî dadgeha herêmî ya Mûsilê kir û der barê wî de biryara bidarvekirinê di 4’ê Sibatê de derket.

Dadgeha Sûc a Nînewayê di 4’ê Sibata 2020’an de biryara bidarvekirinê li dijî Xalid Şemo da. Di vê çarçoveyê de Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek der heqê şermezarkirina biryara bidarvekirinê de da.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm daxuyanî li pêş navendê ya li gundê Qezlaçox yê navçeya Amûdê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Gelê êzidî di dirêjahiya dîroka kevn û nû de di gelek paşguhkirin û fermanan re ji kuştin, koçberî, binpêkirinên dermirovî û ya dawiyê jî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Şengal û pêkanîna komkujiyên hovane li pêş çavên tevahî cîhanê, derbas bû. Her wiha ji tevan re binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîn û Serêkaniyê eşkere ye.

Îro jî li dijî ciwanê êzidî Xalid Şemo Ferhan ê ku ji qurbaniyên fermana Şengalê û tevî malbata xwe koçberî li yek kampên Herêma Kurdistanê bûye, hikmê bidarvekirinê tê standin. Tevahî şahidên heyî îspat dikin ku di dîroka bîranîna fermana 2’yê Tebaxa 2017’an de ku heman dîroka kuştina şêniyek ji eşîra Kerkeriyê ya li ser sînora Sûriyê-Iraqê ku dûrî wî bi 200 km, di kampê de bû.

Dadgeha Sûc a Nînewa hikmê bidarvekirinê li dijî ciwanê êzidî Xalid Şemo stand. Ev biryar jî têkçûyî ye û hêrsek di navbera civaka êzidî û rûmetdarên li cîhanê ava kir.

Ji lew re wek Mala Êzidî vê biryarê bi tundî şermezar dikin û bang li rêxistinên mafên mirovanê û hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku vê biryara derewker rawestînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din