Mala Êzidiyan bang li civaka êzidî kir ku li dora rêveberiya xwe ya xweser bicivin

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê bang li civaka êzidî ya li Şengalê kir ku di parastina xak, dîrok û mîrasa kevnare de hevgirtî bin û li dora rêveberiya xwe ya xweser bicivin.

Îro salvegera 6’an a êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêmên Şengalê yên li Başûrê Kurdistanê di 2014’an de ye. Di encamê de çeteyan li dijî êzidiyan komkujî pêk anî ku 2 hezar û 213 êzidî bûn qurbanî, zêdetirî 390 hezar koçber bûn, her wiha 6 hezar û 417 jin û zarok hatin revandin.

Ev komkujî di serdema nûjen de komkujiya mezin li dijî gelan e û Fermana 74’an di dîroka êzidiyan de ye.

Têkildarî mijarê, Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê daxuyaniyek bi rêya civîna çapemeniyê li gundê Berzan ê girêdayî Hesekê da. Hevserokê Mala Êzidiyan Farûq Tozo daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi xemgînî û azareke kûr vê trajediya li ser Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hatiye, bi bîr tînin. Her wiha gelê me rastî êrişên hovane di dîroka mirovahiyê de hat. Hedefa van êrişan têkbirina gel, îmhakirina wê ye. Serkêşa vê êrişê rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst bi rûyê pergala cîhanî bû ku ji berjewendî û planên wan dixebitî.

Di wê êrişê de jin li sûkan li pêş çavên cîhanê hatin firotin.

Îro vê roja reş bi bîr tînin ku bang li wijdanê cîhanê dikin ku bîranên vî sûcî bi hemû hûrgiliyên wê vegerînin, paşguh neke û bibe ajoyek ku şaşiyên xwe sererast bike.

Bang li gelê me yê li Şengalê dikin ku di parastina çiya, deşt, dîrok û mîrasa kevnare de hevgirtî bin. Da ku Êzidxane bibe rastiyeke li ser erdê bi rêya hevgirtina bi rêveberiya xwe ya xweser a ku bi qurbanî û xortên wê hatiye avakirin.

Li aliyekî din jî kêliyên dîrokî yên YPG û YPJ’ê ku hêviya parastina destkeftiyan bûn, ji bîr nakin.

Bijî YBŞ û YBŞ-Jin ku ala mafê ji bo parastina pîroziyan hildaye, her wiha bimire her xayînekî ku destê wî di êrişa li Şengalê de heye.

Silav li şehîdên Şengalê, şehîdên HPG, YPJ û YPJ’ê û tevahî kesên ku parastina Şengalê kiriye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din