Mafnasekî xemsariya naveteweyî bi herêmê re piştî tunekirina DAIŞ`ê rexne kir

Hiqûqnas Xalid Cebir nêzîkatiya navneteweyî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên li  Kampa Holê û girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk, rexne kir.

Bangawaziyên ji bo çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan ên li Kampa Holê û girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), berdewam dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê du vebijark pêşkêşî civaka navneteweyî kirin, a yekem divê dewletên ku welatiyên wan di nava çeteyan de welatiyên xwe bibin û wan li welatên wan darizînin. Vebijarka duyemîn jî, divê ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin alîkar û çeteyên DAIŞ`ê tê de werin darizandin. Lê daxwazên Rêveberiya Xweser ji aliyê civaka navneteweyî ve tên paşguhkirin.

Niha di girtîgehên QSD'ê de bi deh hezaran çeteyên biyanî tevî çeteyên sûrî û iraqî hene û ji zêdeyî 50 welatên Ewropa û Afrîkayê ne.

Hiqûqnas Xalid Cebir têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku di qonaxa piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê de lawaziyeke navneteweyî derket pêş. Wan daxwaz û bangewaziyên Rêveberiya Xweser a darizandina wan çeteyan, paşguh kir.

Cebir daxuyand ku ji ber paşguhkirina endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koalîsyona Navneteweyî, welatên din xwe ji dosyeya wergirtina welatiyên xwe û darizandina wan dûr xistin.

Cebir bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike, ji ber ku wan çeteyan sûc li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne.

Cebir destnîşan kir ku tu niyeta civaka navneteweyî tune ye ku dadgehekê li herêmê ava bike, ruxmî ku dadgeh li gelek dewletan ava kir û gelek sûcdar tê de hatin darizandin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kampa Holê kampa herî mezin e û li cîhanê ya herî xeter e ji ber ku bi deh hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên xwedî fikirên tundraw tê de ne.

Cebir hişyarî da ku Kampa Holê hawîrdoreke tundraw ji zarokên DAIŞ`ê re peyda dike ku kamp kiriye wek cihê perwerdekirina zarokan li ser vî fikirê. Her wiha bang kir ku bi lez ev kamp were valakirin û hemû malbatên tê de ji welatên wan re werin vegerandin.

Cebir careke din bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe bigirin da ku ew li herêmê bûne bombe û ne diyar e kengî biteqe û got: “Paşguhkirina pêkanîna berpirsyariyan vê aloziya mirovî kûrtir dike.”

Hiqûqnas Xalid Cebir di dawiya axaftina xwe de got: "Divê rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî di dosyeya girtiyên çeteyên DAIŞ'ê de li rex Rêveberiya Xweser bisekinin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê barên Rêveberiya Xweser ên aborî û ewlehiyê girantir dikin.“

(dx)

ANHA


Mijarên Din