Macron: Tirkiye sozên xwe binpê dike û çeteyan dişîne Lîbyayê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron Tirkiye, ji ber ku sozên di kongreya Berlînê de dane pêk neanîne tewambar kir. Macron îşaretpê kir ku di rojên dawîn de keştiyên ku çeteyên sûrî vediguhêzînin Lîbyayê belge kirine. 

Emmanuel Macron di kongreyek çapemenî de tevî serokwezîrên Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis re li Parisê got: "Tirkiyê sozên li kongreya Berlînê dane binpê kirin. Di rojên dawîn de me keştiyên Tirkiyê yên tijî çeteyên Sûriyê ku gihaştin Lîbyayê belge kirin."

Macron wiha domand: "Fransa di mijara serxwebûna sînorên deryayî piştgirî dide Yewnanistan û Qibrsê. Em carek din lihevkirina di navbera Tirkiyê û hikumeta Wîfaq a Lîbyayê şermezar dikin."

Macron beriya vê rave kir ku ew ji gihaştina hêzên sûrî û biyanî ji Terablusê re li Lîbyayê bi fikar e û banga bidawîbûna wê bi awayekî yekser kir.

Di 19`ê Çileyê de dewletên ku tev li kongreya Berlînê ya girêdayî karûbarên aloziya Lîbyayê diyar kirin ew bi pêkanîna qedexekirina şandina çekan a ku NY`î di 2011`an de ferz kiribû, girêdayî ne û rawestandina mudexeleyên derve.

(şx)


Mijarên Din