Macron: Tirkiye êrişî yên ku bi me re şer kirine bike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di civîneke çapemeniyê li gel serokê Amerîkayê Donald Turmp de, bi zimanekî tundî Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û got: " Tirkiye êrişî yên ku bi me re şer kirine, bike."

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokê Amerîkayê Donald Trump beriya civîna serokên dewletên NATO‘yê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Macron, Tirkiyê bi destekdayîna DAIŞ‘ê tewanbar kir û got: "Tirkiyê bi çekdarên girêdayî çeteyên DAIŞ‘ê têkilî çêkir."

Her wiha xwest ku di civîna NATO‘yê de pênaseyek tenê ji bo terorê hebe.

Serokê Fransayê got ku hevkariya di navbera Fransa û Amerîkayê de pir girîng e "Em ê bi hev re şerê terorê bikin. "

Macron, anî ziman ku "Şerê li Sûriyê û Iraqê bi dawî nebûye, bêaramiya li herêmê dihêle ku şerê me yê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê zehmetir be. Divê der barê xeteriya terorê de lihevkirineke hebe, lê mixabin li gel me hema şîrove jê re ne, Tirkiyê şerê aliyên ku bi me re şerê rêxistina DAIŞ a terorîst kiriye, dike. Nayê famkirin çawa dibe Tirkiyê beşek ji NAOT‘êyê be û S 400 ji Rûsya dikire."

Serokê Amerîkayê Donald Turmp got: "Hin nakokiyên me bi Fransayê re hene em dixebitin da ku çareser bikin."

Trump her wiha got: "Em der barê Rûsya de bi Fransayê li hev dikin, em dikarin ji nû ve bi Rûsyayê re li hev bikin."

Donald Trump got, "Rûs peymanekê der barê çekan de dixwazin, em jî vê yekê dixwazin.. ev dê tiştekî mezin be."

 


Mijarên Din