Macron: Tirkiyê terorîstan dişîne welatan û hemûyan tehdîd dike

Serokê Fransa Emmanuel Macron got, Tirkiyê êdî bûye mezintriîn dewletên ku mudexeleya kar û barên Lîbyayê dike. Her wiha îşaretpê kir ku Tirkiyê sozên xwe yê girêdayî doza Lîbyayê binpê kirin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kongreyeke çapemeniyê li dar xistin. Macron got, Enqere rêzê ji sozên ku di Kongraya Berlînê ya der barê Lîbyayê de dane nagire.

Macron bal kişand ser ku piştî kongrayê Enqere hebûna xwe ya leşkerî di Lîbyayê de zêde kir, terorîst û çete şandin Lîbyayê û got: "Tirkiyê aliyê derve yê yekemîn ku mudexeleua Lîbyayê dike."

Macron mudexeleya Tirkiyê bi tundî şermezar kir û got, destwerdanên Tirkiyê li Lîbyayê berpirsyariyek cezayî û dîrokî dixe stûyê NATO`yê ya ku divê bi rewşê re bide û bistîne.

Macron di nav gotinên xwe de bang li Enqereyê kir ku siyasetên xwe li hemberî Lîbyayê zelal bike bi taybet piştî ku destnîşan kir ku wê keştiyên şer û hêzên leşkerî şandine Lîbyayê.

Macron diyar kir ku siyaseta Tirkiyê di Lîbyayê de nayê qebûlkirin ji ber ku gefek ji bo Afrîkayê ye. Bi taybet dostên Fransa li Tunis, Nicer û Misirê û Ewropayê ye.

(şx) 

 


Mijarên Din