Macron êrişên Tirkiye li Suriyê bi "karê dijminatiyê" bi nav kir

Serokê Fransa Emmanuel l Macron êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê bi "karê dijminatiyê yê bêyî hevkariya bi NATO yê re" bi nav kir û piştrast kir ku êrişên Tirkiye berjewendiyên wan dixe xeteriyê.

Daxuyaniya  serokê Fransayê di hevpeyvîna kovara The Economist a Birîtanî de hat weşandin. Kovarê diyar kir ku Macron gelekî tûj axiviye.  

Macron ji kovarê re wiha got: "Tiştê ku niha rû dide, mirina mêjiyê NATO’yê ye."

Macron bi berdewamî got: "Ewropa li ser keviyê ye û divê xwe wek hêzeke cografî ya siyasî bibîne, yan jî em ê nikaribin çarenûsa xwe diyar bikin."

 Macron diyar kir ku tu hevkariya me der barê girtina bergiriyên biryarên stratejîk di navbera Amerîka û hevalbendên wê yên di NATO`yê de tune ne.

Macron girêdayî êrişên Tirkiye yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê got: "Karê dijminatî û bêyî hevkariya NATO`yê ye, wê berjewendiyên me bixe xeteriyê."

Macron hişyarî da Amerîka ku pişta xwe bide projeya Ewropayê û got ku dem dema hişyarbûnê ye.

Serokê Fransa Emmanuel Macron, dewletên Ewropayê hişyar kir ku ji bo parastina NATO’yê  êdî ew nikarin pişta xwe bidin Amerîkayê.”


Mijarên Din