Macron nekarîna NATO`yê ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê wek şaştiyek mezin hesiband

Li gorî Reutresê serokê Fransayê Manuel Macron diyar kir ku ew ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xemgîn e û got: “Ev êrîş dînbûne. Ez NATO’yê ji bo nesekinandina êrîşan şermezar dikim. Nesekinandina êrîşan şaştiyek mezin e.”

Manuel Macron got: "Ez bûyerên ku di çend rojên derbasbûyî de rû dane bi şaştiyek mezin ji hêla Rojava ve dihesbînim, û baweriya me ji bo vedîtina şirîkan li ser erdê zaîf dixe. Bi texmîna min em ê her tim bi wan re bin."

Manuel Macron piştî lûtkeya meclisa ewropî li Brussels ji rojnamegeran re axivî û got: "Ev tişt dê pirsên girêdayî karê NATO`yê bide pêş."

Manuel Macron teqez kir ku wî bi rêya Twitterê biryara DYA`yê ji bo vekişîna ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîtiye, tevî êrîşa yekalî ya Enqereyê. Ev tişt hişt ku Ewropa bibe hevalbendek yedek li Rojhilata Navîn.

Manuel Macron diyar kir ku wî û serok wezîrê brîtanî Boris Johnson û şêwirmenda almanî Angela Merkel dê bi serokê dewleta Tirk a dagirker Receb Tayyîp Erdogan re di hefteyên pêşîn de bicivin. Angela Merkel texmîn kir ku civîn li Lundunê be.

Her wiha Angela Merkel got: "Hevdîtin û koordîneya di navbera her sê serokên ewropî û Tirkiyê de girîng e. Divê em bibînin bê ka Tirkiyê dê bi ku ve biçî  û çawaniya vegera wê ji helwestek aqildar e ku dikare ewlehiya xwe ya hundirîn pêşbixe li gel rêzdariya ji karên me re û hevgirtina rast di hundirê NATO`yê de."

(şx)


Mijarên Din