Macron û Kazimî piştrast kirin ku divê destwerdanên biyanî bidawî bibin

Serokatiya Fransayê diyar kir ku serok Emmanuel Macron û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî civîna li Parîsê girîngiya têkoşîna li dijî terorê û bidawîbûna destwerdana biyanî piştrast kirin.

Li gorî Reutersê, serokatiya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku serokê Fransayê dilsoziya welatê xwe di nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de piştrast kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pirsgirêkên sereke yên Iraqê rêxistina terorê DAIŞ'ê û destêwerdana biyanî ya di kar û barên wê de ye.

Li gorî daxuyaniyê Kazimî û Macron li ser projeya Koma Alstom a Fransî li Bexdayê kêfxweşiya xwe anîn ziman.


Mijarên Din