Macron ji Erdogan û Trump re: Divê êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê raweste

Serokê Fransa Emmanuel Macron got wî serokkomarê dewleta Tirk Receb Tayyîp Erdogan û serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêy telefonê agahdar kiriye ku pêwîste êrîşa dewleta Tirk li ser Sûriyê yekser raweste.

Emmanuel Macron dema li rez şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel diaxivî  wiha domand: Daxwaza me her duyan heye ku ev êrîş bi dawî bibe.”

Macron diyar kir ku ev êrîş rûdana kirîzek mirovî ku nayê tehemulkirin tehdîd dike û dibe ku di vegera DAIŞ`ê ji herêmê re bibe alîkar.

Serokatiya Fransayê di daxuyaniyekê de got Macron dê civînek berevanî awarte ji meclisa wezîran re roja Yekşemê li dar bixe da ku berbijarkên peyda dibin girêdayî êrîşa dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş bikin.

Îro Angela Merkel got wê bang li serokkomarê dewleta Tirk kiriye ku êrîşên xwe li ser Bakurê Sûriyê yekser rawestîne. Angela Merkel hişyarî da ku ev êrîş dê nearamiya herêmê zêde bike û bibe sedema vegera DAIŞ`ê.

Li gorî daxuyaniya buroya şêwirmendê Angela Merkel bi rêya telefonê bi Erdogan re jê xwest ku yekser êrîşên xwe rawestîne. Angela Merkel ev tişt di civîna bi Macron re teqez kir.

(şx)


Mijarên Din