​​​​​​​Macron: Em ê tevdîrên li welat bêhtir bişidînin

Piştî êrişa bi kêran a li Dêra Notre Dame ya bajarê Nîce ya Fransayê ku 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ragihand ku ew ê hêzên zêdetir li welêt bi cih bike.

Macron êrişa li dijî Dêra Notre Dame ya li Nice wekî "êrişeke terorîstî" bi nav kir û got ku "Heger êrîş li dijî me werin kirin, em ê tevdîran zêde bikin, ji ber nirxên me yên azadîyê xwesteka me ye ku em nekevin bin destê terorê."

Daxuyaniya Macron di dema şopandina êrişa li Dêra Notre Dam de hate kirin ku di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Macron ragihand ku ji bo parastina deverên girîng, di nav de cihên îbadet û dibistanan ew ê tevdîrên ewlehiyê bêhtir bişidînin.

Her wiha Marcon diyar kir ku biryar hate girtin ku ew hejmara leşkeran zêde bike ku bighêje 7 hezarî.

 


Mijarên Din