Macron: Em nahêlin Tirkiyê li Sûriyê qadeke ji bo xwe çêbike

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku bikaranîna Tirkiyeyê ya koçberan ji bo li Sûriyeyê qadekê ji bo xwe bide çêkirin, napejirînin.

Macron ê di çarçoveya şahiya 70’emîn a Konseya Ewropayê li Strasbourgê axivî, rexneyên tûj li Tirkiyeyê kir. Marcon bal kişand ser zextên li ser parêzvanên mafên mirovan û dîsa li ser beşên rêgezên demokrasiyê diparêzin ên li Tirkiyeyê û diyar kir vî rengî ji rêgezên mafê mirov û hiqûqa dewletê dûr dikeve.

Macron destnîşan kir ku Tirkiye mijara koçber û penaberan weke amûreke zextê bikar tîne, anî ziman ku serî li ber van zextan ti carî serî natewîne.

Marcon bibîr xist ku divê Tirkiye li ser peymana berî 3 salan li hev kiribûn tev bigere û da xuyankirin hikûmeta AKP’ê ya bi karaîna koçberan a ji bo li Sûriyeyê qadekê ji bo xwe çêbike, napejirînin.


Mijarên Din