​​​​​​​Macron: Em hewl didin alîkariyên navneteweyî ji gelê Lubnanê re peyda bikin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya ku ji balafirgeha Beyrûtê ber bi cihê teqînê ve biçe got  "Nameya min ya biratî, hevaltî û hezkirinê ji Fransayê dişînin ji Lubnanê re. Em hewl didin alîkariyên navneteweyî ji derman û pêwîstiyên tenduristiyê ji gelê Lubnanê re peyda bikin.”

Emmanuel Macron di axaftina xwe ya li balafirgeha Beyrûtê de wiha got: "Di rojên bê de em alîkariyên lojîstîk bînin. Balafireke Fransayê ku barê wê alîkarî û tîmên lêkolînê ne di demeke nêz de dê were. Ez ê bi desteyên siyasî yên Lubnanê re bicivim da ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.”

Macron di berdewama axaftina xwe de wiha bi bîr xist: "Em dizanin ku aloziya Lubnanê pir mezin e. Ew aloziyeke siyasî û exlaqî berî her tiştî ye û qurbaniyên wê gelê Lubnanê ye. Ez ê bi civaka sivîl re bi axivim û tiştê bigihînin alîkariya gelê Lubnanê ye bê şert û merc e. Ev Lubnane û ev Fransa ye. Gelek qurbaniyên Fransayê jî di nav de endezyarekî fransî jî hebû. Em pir bi fikar in. Gelek birîndar hene û der barê çarenûsa wan de bi fikar in. Însiyatîfên Fransayê ji bo rizgarkirinê hene û ez ê bi aliyên pêwendîdar re bicivim da ku tişta qewimî nas bikim.”

Serokkomarê Fransayê gihaşt Lubnanê û bi hatina xwe re li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Lubnan ne bi tenê ye".


Mijarên Din