Macron: Dewleta Tirk cîhadîst ji Dîlokê şandina Qerebaxê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku li gorî agahiyên di destê wan de li Qerebaxa Jor cîhadîstên ji Sûriyê hene.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîna Yekitiya Ewropayê ya li Brukselê diyar kir ku dewleta Tirk komên çeteyan şandiye Azerbaycanê da ku ev çete li Qerebaxa Jor şer bikin.

Macron got ku, “Li gorî agahiyên teqez cîhadîstên Sûriyeyê ji ser Dîlokê şandina Qerebaxa Jor û ev komên cîhadîstan tevlî operasyonan dibin.”

Macron di civînê de diyar kir ku heke êrîşî welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê were kirin û li hemberî sînorên wê hurmet neyê nîşandan peywira Ewropayiyan ev e ku divê piştgiriya xwe diyar bikin.

Macron diyar kir ku ew li Deryaya Spî piştgiriyê didin Yewnanistan û Qibrisê.


Mijarên Din