'Macron û Bin Selman li hev dikin ku El-Herîrî wekî serokê hukumeta Lubnanê destnîşan bikin'

Serokwezîrê berê Seed Herîrî İro eşkere kiribû ku ew nabe namzet ji bo ku li Lûbnanê hikumeta nû ava bike. Lê li gor hindek saziyên ragihandinê di navbera Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman de pêwendiya telefonê çêbûye û hedû aliyan lihevkirine ku Herîrî ji bo hikumetek nû were erkdarkirin.

Tora nûçeyan a RT li ser zimanê çavkaniyekî ragihand ku navê serokwezîrê berê Seed El-Herîrî wekî xala lihevkirinê ji nû ve hate destnîşankirin.

Her wiha got, Macron di ekîpa xwe ya berpirsê dosyeya Lubnanê de guhertin çêkir.

El-Herîrî beriya niha piştrast kiribû ku ew ne namzetê postê serokwezîr e ku hikûmeta nû ava bike.

Koşka serokatiya Fransayê Elysee piştî lêborîna Mistafa Edib ji bo damezrandina hikûmeta nû, duh ragihand ku însyatîfa Fransayê ya derbarê Lubnanê de berdewam e û bi kes ve nayê girêdan.


Mijarên Din