Macron banga rawestandina êrîşa Tirkiyê kir

Serokê Fransa Emmanuel Macron êrîşa dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û bang li Tirkiyê kir ku êrîşan rawestîne. Emmanuel Macron diyar kir ku êrîş alîkariya DAIŞ`ê dikin ji bo ku ji nû ve El-Xîlafetê vegerîne.

Li gorî ajansa France Press Serokê Fransayê Emmanuel Macron got: "Ez bi tundî êrîşa yekalî li ser Sûriyê şermezar dikim. Ez bang li Tirkiyê dikim ku bi lez sînorekî ji êrîşan re deyne."

Emmanuel Macron wiha domand: "Ev êrîş xeter e û alîkariya DAIŞ`ê ji bo vegerandina El-Xîlafetê dike."

Emmanuel Macron dema ji rojnamevanan re li bajarê Lyon ê fransî diaxivî berpirsyariya vegera DAIŞ`ê xiste stûyê Tikriyê.

(şx)


Mijarên Din