Li gorî Qesra Elysee, Macron ji Ruhanî re got: "Divê hemû aliyên eleqedar dest ji destwerdana derve ya li Lubnanê berdin û destekê bibin avakirina hikumeta nû."
Buroya serokatiya Îranê jî destnîşan kir ku Ruhanî û Macron têkildarî rewşa Lubnanê û lihevkirina nûklerî bi telefonê axivîn.
Medyayên Rûsyayê jî ragihandin ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Macron rewşa Lubnanê û gavên pêşkêşkirina destekdayînê nîqaş kirin. Her wiha destnîşan kirin ku Moskow destekê dide çareseriya siyasî ya li Lubanên a dûrî destwerdana derve dike.
Li aliyekî din, Serokê Şepêla Niştimaniya Azad Cubran Basil û Macron axivîn. Herduyan geşekên dawî û mekanîzmeya şopandina însyatîf û xebata serokê Fransayê ya têkildarî aloziya Lubnanên nîqaş kirin.