Luksemburg: Divê Ewropa ji Erdogan re bibêje bes e

Wezîrê karên derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ragihand ku zehmet e ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê fehm bikin û bang li Ewropayê kir û got êdî bes e; sûcên dewleta Tirk şermezar bikin, nabe ev yek berdewam bike, her wiha îşaret bi sûcên şer kir.

Jean Asselborn îro beriya civîna Konseya Ewropayê ya li ser asta wezîrên karên derve, di civîna çapemeniyê ya li Luksemburgê de got operasyonên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, zehmet e werin fehmkirin, ji ber ku Enqere wekî îdia dike dixwaze herêma"tijî terorîst" paqij bike, lê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî êrîşî dewleta Tirk nekiriye.

Ajansa Rûsyayê Interfax destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk nêzî 130 hezar kes koçber bûn û bi îdiayên kiryarên tund hişt ku ji malên xwe derkevin, cenazeyên bi sedan sivîlan hatin dîtin û dewsa îşkenceyan di canên wan de diyar bû.

Her wiha diyar kir ku dê rewş kambaxtir bibe û reva çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê girtî bûn, kifş kir û diyar kir ku bi sedan ji wan ber bi Ewropayê ve çûn.

Di dawiya axaftina xwe de Asselborn wiha anî ziman: "Ji ber vê yekê zehmet e ev oparasyon were fêmkirin, divê were şermezarkirin, tu gotinên min tune ne, divê îro Ewropa bi zelalî biaxive. Divê Ewropa ji Erdogan re bibêje êdî bes e, nabe ev yek berdewam bike.”

(eh)


Mijarên Din