Lubnan û Îsraîlê dê derbarê sînor de diyalogan bikin

Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî, ragihand ku lihevkirinek li ser çarçoveyek danûstandinên bi Îsraîlê re derbarê sînorê deryayî û bejayî de yên di navbera her du welatan de hatiye kirin.

Serokê Parlamentoya Lubnanê, li Beyrûtê di kongreyeke çapemeniyê de, got ku artêşa Lubnanî dê pêşengiya danûstandinên bi aliyê Îsraîlê re bike.

Birî diyar kir ku civîn dê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya nêzî sînor ê başûrê Lubnanê pêk were û destnîşan kir ku Lubnan û Îsraîlê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwest di xêzkirina sînor de bibe nêvbeynkar.

Her wiha got, nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û koordînatorê taybet ê NY'yê li Lubnanê dê beşdarî civînên girêdayî xêzkirina sînor di navbera Beyrût û Til Ebîbê bibin.

Serokê Parlamentoya Lubnanê diyar kir ku gava lihevkirinek di navbera her du aliyan de çêbibe, dê peymanek di vî warî de ji hêla Lubnan, Îsraîl û hêza Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) ve were îmzekirin.

 Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê jî piştrast kir ku dê danûstandin di navbera Lubnan û Îsraîlê de, bi navbeynkariya DYA'ê li ser sînorê deryayî werin kirin.


Mijarên Din