Lûtkeya G7’an îro li Fransayê li dar dikeve

Îro li bajarê Biarritz ê girêdayî Pyrénées-Atlantiques civîna G7’an were lidarxistin. Di civînê de dê rewşa avhewa, peydakirina çareseriyên siyasî û têkoşîna li dijî terorê werin nîqaşkirin.   

Îro lîderên dewletên koma welatên pîşesaziyê yên mezin a ‘Lûtkeya G7’an’ li bajarê Biarritz ê Fransayê li dar bixin.

Di civînê de, dê ewşa avhewa, peydakirina çareseriyên siyasî û têkoşîna li dijî terorê werin nîqaşkirin.   

Çavdêr û şopîner dibînin ku wê lîderên dewletan girîngtirîn pirsgirêkên cîhanê wek şerê barizganî, hevpeymana nukleerî bi Îranê re, pirsgirêkên ekolojîk, avhewa, şewitandina daristanên Amazon û hin mijarên din dê nîqaş bikin. Li gorî çavdêran dê şewatên li Amazonan yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê bin û di roja yekê de dê were nîqaşkirin.

Serokên Amerîka û Fransayê, şêwirmenda Almanyayê, serokên hikumetên Brîtanya, Îtalya û Kanadayê dê tev li lûtkeyê bibin.


Mijarên Din