Lûtkeya G7’an bi dawî bû

Lûtkeya G7’an bi encamên ne weke dihat hêvî kirin, der barê dozên cîhanî ku serokên beşdar nîqaş kirin, bi dawî bû.

Roja şemiyê li bajarê Biarritz ê Fransayê lûtkeya G7’an bi beşdarbûna serokên dewletan û hikumetên Fransa, DYA, Brîtanya, Almanya, Kanada, Îtalya, Japonya û hikumetên gelek dewletan, dest pê kir.

Serokên welatên Lûtkeya G7’an, 3 rojan gelek doz û mijar nîqaş kirin, di serî de dosyaya nukleerî ya Îranê, şerê bazirganiyê, derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê, aloziya Ukraynayê, ewlehiya li berava Afrîkayê, rewşa li Sûriyê û teknolojiya dîjîtal, dozên avhewayê û wekheviya di navbera her du zayendan de, her wiha mijareke nû ku li ser maseyê hate pêşniyarkirin anku şewata li daristanên Amazonê û çawaniya çareserkirina wê.

Tevî geşbîniya ku serokê Fransayê Emmanul Macron der barê encamên baş ên lûtkeyê de diyar kirin, lê lûtke bi daxuyaniyeke biçûk ji rûpelekê ku tê de behsa rewşa Lîbya û girîngiya dîtina çareseriya siyasî li Lîbyayê hate kirin, her wiha daxuyaniyê îşaret bi girîngiya mîsogerkirina bêçekkirina Îranê bi çeka nukleerî, xurtkirina aştî û îstîqrara li herêmê û pêkanîna G7’an bi bazirganiya cîhanî û edalet û îstiqrara aboriya cîhanê kir.

Her wiha der barê Ukraynayê de dê Fransa û Almanya beşdarî lûtkeya koordînekirina Normandyayê ya ku dê di hefteyên bê de li dar bikeve, bibin û der barê tevliheviyên li Hong Kongê de hate teqezkirin ku divê hebûn û girîngiya ragihandina Çîn-Brîtanyayê ya hevbeş a sala 1984`an der barê Hong Kong û banga rawestandina şer kir.

Tevî wê yekê, lêkolîner dibînin ku hin pêşketin ku pêk hatin, di nav de der barê şerê bazirganiyê yê di navbera Çîn û DYA`yê de, her wiha nakokiya li Kendavê, aloziya veguhastinê û peymana nukleerî ya Îranê.

Rojnemeya NewYourk Times a Amerîkayê der barê guhertina zimanê serok Trump der barê şerê bazirganiyê bi Çînê re matmayîbûna xwe diyar kir ku Trump baweriya xwe bi pêkanîna her du aliyan bi hevpeymanê û serokê Çînê wek fermandarekî mezin bi nav kir û beriya çend rojan wek dijmin bi nav dikir.

Li aliyekî din jî, Trump got ew amade ye hevdîtinê bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re di hefteyên pêş de çêke, ew yek ji bo însiyatîfa serokê Fransa Macron erê bike.

Rojnemeya Washington Post a Amerîkayê bi sernavê "Lûtkeya G7’an ne wek dihat hêvî kirin, bi dawî bû, di demekê de ku nameyên Trump ên nakok der barê şerê bazirganiyê de hene."

Trump bi şertan hevdîtina xwe bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re diyar kir, tevî ku amadekariya xwe ji bo kêmkirina zexta aborî ya li ser Îranê nîşan da.

(jo)


Mijarên Din