Lûtkeya G7’an aborî, avhewa û şewatên li Amazonan nîqaş dike

Serokên dewletên endamên Lûtkeya G7’an îro mijarên vejandina aboriya cîhanê, guherîna avhewayê û tedbîrên awarte ji bo pêşîlêgirtina şewatên li daristanên Amazonê nîqaş dikin.

Civîna Lûtkeya G7’an dest pê kir. Beşdarên lûtkeyê aboriya cîhanê di warê kar û xebat û newekheviyê de, guherîna avhewayê û beşdariya hêza jinan di aboriyê de nîqaş dikin.

Di civînê de dê beşdar mijara şewata daristanên Amazonê nîqaş bikin. Serokê Fransayê Emmanuel Macron ku mijara avhewayê xist nav mijarên ku dê di lûtkeyê de bên pêşniyarkirin, wiha got: "Divê em banga hawirdorê guhdar bikin û banga şewata li Amazon pêk tê, erê bikin."

Xuya dike ku DYA der barê guherîna avhewayê de ne bi wan re ye, di demekê de ku nêrîna serokê DYA’yê Donald Trump der barê bazirganiya navneteweyî de û di nav de biryarên wî der barê cezayên gumrikê li ser hevkaran, derdora wî û hevkarên wî xirab kiriye.

Îro di navbera serokê Amerîka Donald Trump û serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson de hevdîtinek pêk hat.

Johnson li ser hêza aborî ya Amerîkayê Trump pîroz kir û got Brîtanya azadiya dan û standinan di demekê de ku nakokî di navbera DYA û Çînê de zêde dibin, erê kir.

Piştî vê hevdîtinê, dê Trump û Johnson tevî serokê Fransayê Emmanuel Macron,  şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe, serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte û serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bibin da ku ewlehiya cîhanê û rewşa aborî nîqaş bikin.

Her wiha Ewropa û Japonyayê berpirsyariya zeîfbûna mezinbûna aboriyê avêt ser şerê bazirganiyê ku Washington û Pekîn pêk tînin.

(jo)


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya