Lîstoka qirêjî ya li Dêrazorê karê kê ye?

Di rojên dawîn de şêxên eşîrên Ereban li dû hev tên kuştin. Ji bo vê yekê jî Dêrazor hatiye hilbijartin. Dixwazin li Dêrazorê çi bikin? Dema ku mirov bala xwe bide ser dem û rêbazan, divê mirov çawa lê binêre? Kî li pey van suîqastan e?

Li tevahiya Sûriyê û Dêrazorê jî forma civakî ya heyî, eşîr in. Li wê herêmê bi hezaran eşîrên wekî Igêdat, Cîbûr, Begara û Şammar hene. Ew eşîr bi tenê li Dêrazorê nîn in, her wiha li deverên din ên Sûriyê û gelek welatên Ereban jî hene û serjimara wan bi hezaran e.

Ev rewşa heyî ya eşîrtiyê jî ji bo hêz û dewletên herêmê yên ku dixwazin hakîmiyeta xwe berfireh bikin, pir girîng e ku hem di navbera eşîran de hem jî di navbera komên etnîk de tevlihevî û nakokiyan derdixin. Bi şerê Sûriyê re ev aloziya heyî hê jî tevlihev bû û hêzên navneteweyî dest pê kir li ser wan eşîran plan çêkirin.

Eşîr, hêmanên sereke yên civakîbûn, çand û kevneşopên herêmê ne. Heta rêveberiyên gelek herêman an jî dewletan di destê wan eşîr û malbatên mezin de ne.  Ji ber vê yekê jî heke mirov bi tenê ji aliyê eşîrtî ve li mijarê binêre, dê ji bo fehmkirina vê pirsgirêkê ne guncaw be. Ji ber ku rastî pir komplîke ye û her wekî şer û pevçûnên ol û mezheban, ji bo pêkhatina dîroka herêmê girîng e û teqez polîtîk e jî.

Di vê serdemê de armanca vê siyaseta qirêjî ya li ser eşîran tê meşandin ew e ku di ser van komên etnîk re nîjadperestiyê sor bikin û gelên herêmê bi hev bixin.

Gelê Ereb xwedî hestên neteweyî ye. Her çend eşîr ji bo têkiliyên civakî diyarker bin jî, hestên neteweyî di encamê de ji bo hemûyan jî girîng dibin û ev jî tiştekî normal e. Lê belê ev, ne taybetmendiyek e ku rewşa heyî bi yekcarî neyînî bike. Bo nimûne; di nava civakên ku kevneşopa wan a eşîrtiyê kevnar de jî meyldariya pergaleke demokratîk a birêvebirinê heye. Heke ji derve mudaxeleyek çênebe û ferq û cudahiyên etnîk û çandî yan jî yên olî nekin jêdera nakokî û tevliheviyan û wan civakan neynin pêşberî hev, wê demê ne zehmet e ku ew derdorên hanê bi hev re di nava pergaleke demokratîk û aştiyane de bijîn. Ev yek nêzî 10 salan e di nava pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îsbat dibe.

Îcar heke em bi vê perspektîfê li rûdanên lki Dêrazorê binêrin, xuyangeke çawa derdikeve holê?

Dema ku DAIŞ li Dêrazorê hate tesfiyekirin, ev yek ji bo hêzên ku di ser DAIŞ’ê re ji bo herêmê plan çêdikin, bû derbeyeke mezin. Derbeya herî giran jî ew bû ku bi destê QSD’ê hatibû têkbirin ku wek artêşeke vîna azad a gelan bû.

Li hemberî vê yekê hêz û dewletên paşverû yên netewedewlet jî ku pişta xwe didin serdestiya  malbatekê, neteweyekê, çînekê yan jî komekê, hewl da QSD û Rêveberiya Xweser tesfiye bikin ku ew jî pişta xwe dide perspektîfa neteweya demokratîk. Ji bo vê yekê jî paşmahiyên çeteyên DAIŞ’ê kirin şaneyên veşartî ku pergala xwe û hakimiyeta xwe ya li ser erdê ji dest daye û ji bo rêbazên nû yên êrişan amade kirin. 

Piştî demekê QSD’ê li hemberî wan şaneyan dest bi operasyonên serkeftî kir û ew tesfiye kirin. Vê carê bi rêbazên nû yên êrişan berê xwe dan Rêveberiya Xweser û QSD’ê. Ji bo vê yekê jî rêbaza wan a herî bibandor jî ew bû ku şêxên eşîran bikin hedef û wan qetil bikin.

Bêguman li gel hedefgirtina şêxên eşîran, hedefgirtina şêxên kîjan eşîrê jî girîng e. Di 2’yê Mijdara 2018’an de ji lîderên eşîra Afedla Beşîr Feysel El-Hûwedî kirin hedef û qetil kirin. Di 3’yê Tebaxa 2020’an de jî rûspiyê eşîra Igêdat Suleyman El-Kessar hate hedefgirtin û herî dawî jî dîsa şêxê eşîra Igêdat Îbrahîm Xelîl Cedan El-Hefel hate qetilkirin.  

Têra xwe aşkera ye ku ev êriş tev jî bi awayekî bi plan in û bi yek hedefê hatine kirin.

Xuya ye ku di van êrişan de ji hêlekê ve hestên eşîrbazî sor dikin û ji hêleke din ve jî wekî ku Kurd berpirsyarên van êrişan bin, hewl didin bidin fehmkirin û hestên neteweyî yên Ereban sor dikin û bi vê yekê jî dixwazin Kurd û Ereban li dijî hev sor bikin.

Lê belê tişta li holê, ne nekokiya Kurd û Erban e, ew hêz in ku dixwazin li ser her du aliyan jî serdestî û tehekuma xwe ava bikin. Dixwazin gelan bi hev bidin şerkirin û li ser wêraniya wan desthilata hin kes an jî derdoran lê bikin.

Ev demeke dirêj e li Dêrazorê ev lîstik bi rêbazên herî kone tê hûnandin. Lewma jî ev lîstika ku bi destê hêzên li dijî hev û li hember Rêveberiya Xweser hatiye hûnandin, bi nêzîkahiyên aqilane yên Kurd, Ereb û gelên din dikare were pûçkirin.

Dema ku DAIŞ’ê her roj ew gel serjê dikirin, bi şûran serê wan difirand, mirov saxesax diavêtin bîran, ew gel li hev kom bûn û di eniyên azadiyê de yekitiya xwe ava kir. Rêveberiya Xweser û hêza wê ya parastinê QSD di encama vê têkoşîna hevpar de derket holê û ew lîstika qirêjî jî têk bir.

Ew lîstika wê demê bi destê DAIŞ’ê dihate birêvebirin lê bi têkoşîna gelan hate pûçkirin, dixwazin îro bi destê wan gelan li dijî hev bidin meşandin. Lê belê hêzên li serkaniyê, heman hêz in.

Di demên dawîn de li herêmê sîxurên MÎT’ê û yên Muhaberatê zêdetir li herêmê xuya dikin. Ew jî aliyên li dû vê lîstikê aşkera dike.

A rast, lîstik pir basît û eyan e. Di serî de bi destê kesên bi pere kirine sîxur, qetil bike, piştre jî propagandaya ku ‘li dijî rûspiyên civakê êriş pêk tên’ bike. Piştre jî winda bibe û hemû encamên wê biavêje ser Rêveberiya Xweser û QSD’ê. Piştî vê yekê jî ku êdî hestên gelan hatin sorkirin, êdî bila ew gel bi hev bikevin.

Lê belê bandora bûmerangê ya vê lîstikê dê bi têkbirina rêbazên şerê taybet pêkan bibe. Heke na, dê hêzên desthilatê yên dagirker û faşîst pêşeroja xwe li ser xwîna gelan ava bikin û dîsa yên gelek tiştan ji dest bidin jî dê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û tevahiya gelê herêmê bin.