Lîsteya sûcên şer ên dewleta Tirk dê radestî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bibe

Rêveberiya Xweser û Komîteya Belgekirina Sûcên Şer ên der heqê gelê Kurd de, lîsteya dozgeriyeke qanûnî û belgekirî li dijî bikaranîna artêşa Tirk ji çekên qedexekirî, komkujî û sûcên şer amade kir da ku radestî Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rêxistinên navdewletî bike.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Başûrê Kurdistanê bi Komîteya Belgekirina Sûcên Şer ên der heqê gelê Kurd de civiya, da ku binpêkirin û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, kifş bikin.

Di dawiya hevdîtinê de nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silava Dîlber Silêman, Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û Komkujiyan û serokê komîteyê Şêrez Talebanî daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re da.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û komkujiyên der heqê gelê Kurd de, xîtabî dadgehên navdewletî yên taybet bi sûcên şer û komkujiyan, Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî, Desteya NY’yê, rêxistinên navneteweyî yên taybet bi qedexekirina çekên kîmyewî û biyolojîk rêxistinên mafên mirovan ên parastina mafên mirovahiyê dikin ku destwerdana komkujî, qirkirina etnîkî, komkujiyan, dagirkirina xakan, diziya mal û milkan û zêdegaviyên ku dewleta Tirk bi hevkariya komên çeteyan ku li gorî hevpeyamanên navdewletî divê werin cezakirin, der heqê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bikin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hate piştrastkirin: “Zêdegaviyên ku dewleta Tirk pêk tîne, binpêkirina qanûn û yasayên navdewletî ye. Ji ber ku ji 9’ê Cotmeha derbasbûyî û heta niha li gundên Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û gundên derdora Qamişlo û bajarên rû dide, sûcên şer diqewimin û divê yekser komîteya lêpirsînê were avakirin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe hêj êrişên pêk tînin û qanûnên navdewletî binpê dikin. Gihaşt asta ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beyî ku cudabûnê bixe nava pêkhateyan Ereb, Kurd, Suryan, Çerkes, Ermen û Aşûran, çekên qedexekirî bi karî bîne û zêdetirî 30 sivîl, di nav wan de zarok hene, bûne qurbaniyên çekên qedexekirî."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hemû dadgehên navdewletî, sazî û rêxistinên peywenîdar û di serî de rêxistina qedexkirina çekên kîmyasal û biyolojî hewlestên xwe diyar bikin û der barê rastiyê de lêkolîn bikin.

Her wiha hat tekezkirin ku bê dengiya civaka navdewletî der barê erkên xwe ji bo binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê re dihêle ku dewleta Tirk binpkirina zagonên navdewletî de û bikaranîna çekên qedexekirî di aliyê navdewletî de, zêde bike. Di heman demê de bêdengiya navdewletî dihêle ku cîhan ji pîvanên wekhevî, maf û berpirsiyariyê vala bibe. Ev yek ji bo dewleta Tirk destek û piştgirî ye da ku siyasetên xwe yên derqanûnî bi hêsanî derbas bike. Gelek rewş hene û tekez dike ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bikar anîye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirink u komîteya belgekirina sûcên qirkirina komî li dijî gelê Kurd û bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê belgekirina sûcên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin, girt ser milê xwe. Ev yek dê bi rêya gerên meydanî ji kesên ku ji ber bikarîna çekên qedexekirî zerar dîtîne dê were kirin. Çi di kapmên li parêzgehên Başûrê Kurdistanê bin her wiha dê gerên meydanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin. Herêmên ku ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê  û bikarîna çekên qedexekirî zerar dîtine.

Di dawiyê de hat destnîşankirin ku lîsteyeke bi dozên qanûnî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst ji bo pêkanîna sûcên şer, qirkirina komî û bikarîna çekên qedexekirî di aliyê navdewletî de li djiî sivîlan, hatiye amadekirin. Hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û Ermen dê îmze bikin û piştî wê dê lîsteya dozên qanûnî û gazincan ku ji aliyê kesên zerar dîtine hatiye îmzekirin dê bi wêne, dîmen û dengên qeydkirî û belgekirî ji dadgeha cînayetên navdewletî, dadgeha mafên mirovan a Ewropî û hemû rêxistinên navdewletî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pêkanîna sûcên hovane, were pêşkêşkirin. Da ku werin dadgehkirin û cezayên xwe li gorî zagon û pîvanên navdewletî bistînin.

(eh-bx)

ANHA


Mijarên Din