Lêpirsîneke navdewletî: Idlib veguherî qada şer

Serokê komîteya lêpirsîna têkildarî rewşa Sûriyê îro ragihand ku “herêma bêçek” a li Idlibê veguherî qada şer.

Serokê komîteya lêpirsîna têkildarî rewşa Sûriyê ya Meclisa Mafên Mirovan diyar kir ku operasyonên hêzên rejîmê yên li Idlibê bûn sedema koçberbûna bi milyonan sivîlan û her wiha destnîşan kir ku rewşa koçberan ne baş e û li çolan radizên.

Ji 30`ê Nîsana derbasbûyî ve li hêrêmên qaşo bêçek şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin û Rûsyayê de dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye, gihaştiye 4 hezar û 142 kesan ku di nav wan de gelek zarok û jin jî hene.

(eh)


Mijarên Din