London ji Tehranê re: Em dê keştiya petrolê ya Îranê berdin bi şerta ku naçe Sûriyê

London îro diyar kir ku ew amadeye keştiya petrolê ya Îranê ya li cem desthilatdariya Cebel Tariq hatiye girtin, berde bi şertê ku Îran ev keştî dê petrolê neghîne Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê got wî bi hempêşiyê xwe yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re axiviye û wî rehet kiriye, ku li cem Londonê ne girîng e jêdera petrolê çi ye lê belê cihê ku keştiya petrolê Girîs 1 dê biçiyê girîng e.

Wezîrê Brîtanyayê Jeremy Hunt bi rêya tiwîtirê got ew bi hempêşiyê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf re axiviye û axaftinên xwe bi avaker wesifand.

Hunt di tiwîterê de got: "Min ew rehet kir  ku ya girîng li cem me cihê ku dê Girîs 1 biçiyê ne ku jêdera petrolê ye. Brîtanya dê xebatên serbestberdana keştiya Îranê hêsan bike, eger Îran misoger bike ku keştî naçe Sûriyê.

Hunt eşkere kir ku Zerîf daxwaza Îranê ji bo çareserkirina vê pirsgirkêkê tekez kiriye û ew hewl nade nakokiyê zêde bike.

Hunt got Zerîf jê re gotiye: "Îran dixwaze pisgirêka keştiya ku li Cebel Tariq hatiye girtin çareser bike û naxwaze nakokî zêde bibe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din