Êlên Tebqayê: Komxebata Êlên Firatê helwesta me diyar kir

Şêxên êlên Ereb ên herêma Tebqayê destnîşan kirin ku wan bi rêya Komxebata Êlên Firatê peyama berxwedana li dijî gefên Tirkiyê dane û wiha gotin: “Pêwîste ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, rejîma Sûriyê jî di nav de hemû alî li hev bicivin.”

Komxebata Êlên Firatê bi dirûşmeya ‘Na ji gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, erê ji Sûriyeya ewle re’ li Girê Spî pêk hatibû. Zêdetirî hezar û 500 şêx û rûspiyên êlên herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Cizîr û herêma Firatê, tevî nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û partiyên siyasî beşdarî komxebatê bûn.

Ajansa me girêdayî helwestên êlên Ereb û peyamên ku xwestin bi rêya komxebatê bidin, hevdîtin bi şêx û rûspiyên êlên Ereb ên herêma Tebqayê re çêkir.

Kombûna Êlên Firatê dîmenek a helwestên wan bû

Şêxê êla El- Bû Cabir, Haşim El-Dêf girêdayî girîngiya komxebata ku tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemêz kir axivî û got: "Komxebat gevek bû ku vî gelî helwesta xwe ya li dijî gefên Tirkiyê di demek dîrokî de da. Ji ber wê pêwîst bû ku Komxebata Êlên Ereb ên herêmê li darkeve. Da ku helwesta xwe ya gefên Erdogan ê tirsonek red dikin, bidin dewletên herêmî û civaka navdewletî bi giştî."

Li Girê Spî lidarketina komxebatê, ji bo faşîstan peyamek bû

El-Dêf wiha berdewam kir: "Me beriya lidaxistina komxebatê peyama xwe ragihand; ew jî li lidarxistina komxebatê li herêma ku dewleta Tirk di dirêjahiya 24 saetan de tehdîd dike, bû. Lê ji ber hevgirtina ciwanên herêmê û yekîtiya axa ku QSD`ê  ji DAIŞ`ê rizgar kiriye, daxuyaniyên dewlet Tirk roj bi roj têk diçin."

‘Çareseriya aloziya Sûriyê di hindirê Sûriyê de ye’

El-Dêf di nav gotinên xwe de  balkişand ser makenîzmeya çareseriya aloziya Sûriyê ya ku dema wê dirêj bû û got: "Tişta hevpar a divabera tevahiyan aliyên ku tev li komxebatê bûne de ew e ku pêwîste çareserî ji aloziya Sûriyê were vedîtin bi şêwazekê ku tevahiya mafan misoger dike. çareserî divê çareseriyek sûrî –sûrî giştî be ku tevahiya aliyan kom dike dûrî ajandeyên derve yên ku ji bo berjewendiyên xwe mudexeleya herêmê dikin."

DAIŞ`ê kurê delal ê osmaniyê ye

Şêxê êla El-Sexanî Şêx Ebas El-Elo cewhera niyetên Tirkiyê destnîşan kir û got: "Di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de me tu helwestek dirust û rast a civaka navdewletî li hember vî gelî nedît. Hindek helwest şermok hebûn lê ne li gorî pîvana siyasî ya wan dewletan bûn. Tevî wê jî helwestên dewletên destekerê terorê li Sûriyê di serî de dewleta Tirk ji tevahiya cîhanê re rastiya niyetên wê yên mêtîngerî eşkere kirin. Gefên wê yên rojane li dijî herêmên me, beşek besît ji wê faşîzmê ye. DAIŞ kurê Tirkiyê yê delal bû û kontrolkirina herêmên berfireh ji axa Sûriyê rehetiyek ji Erdogan re çêkiribû."

Di dawiyê de El-Elo tekez kir ku projeya neteweya demokratîk çareseriya tevahiya nakokiyên cîhanê ye û wiha domand: "Vê projeyê li herêmê biratiya gelan ava kir. Hewldanên ku bi giştî herêmê dikin hedef tenê ji bo têkbirina  jiyan hevpar û muzeyîka pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev  pêkhate herêmên xwe rizgar kirin, saziyên xwe ava kirin û ji projeya neteweya demokratîk destpê kirin. Vê projeyê ji tevahiya cîhanê re tekez kir ku ew çareseriya  tekane ya kirîzên cîhanê ye. Ev proje ji koletî û dagirkeriyê re xeter e. Mîna ku Tirkiye projeya me ya mirovî li ser xwe xeter nîşan dide."

‘Êlên herêmê peyama xwe dan rejîma Sûriyê’

Girêdayî encamên komxebatê şêx Ziêtir El-Ziêtir şêxê êla El-Ecîl destnîşan kir ku êlên Ereb bi awayekî cidî bang li hikumeta Sûriyê kirin ku ji nûve helwestên xwe yên siyasî li hember herêmê di ber çavan re derbas bike û wiha domand: "Her wiha helwestên dîk û aktîv li hember gefên Tirkiyê yên ku tevahiya herêmê tehdîd dike nîşan bide. Ji ber ku sînorên me sînorên Sûriyê ne, ji ber wê ji erka me ye ku em vê axê biparêzin û destê Tirkiyê ya ku hewl dide ewlehiya herêmên me bihejîne qut bikin. Banga me ew e ku divê tevahî Sûriye hevgirî be û li hemberî her êrîşeke ji derbe bisekinin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din