Êlên Sûriyê hewldana Tirkiyê ya parçekirina civaka Sûriyê têk bir

Ruxmî şerên Tirkiyê bi maskên olî û hewldana sorkirina êlên Ereb li gel şerekî çapemenî û derûnî, lê hewldana Tirkiyê ji bo derxistina şerê kurdî-erebî di dirêjahiya salên aloziyê de bi ser neket. Êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel hewldana Tirkiyê ya nû ji bo dagirkirina herêmê, peyama xwe ya diyar ragihand.

Di çarçoveya nakokiyan de li ser hejmarek eniyên leşkerî û siyasî li hundir û derveyî Sûriyê di navbera hevalbendiyên ku di vê dawiyê de li welêt ava bûne, armanca Tirkiyê xetereya herî mezin li ser herêmê dimîne. Herêm di dirêjahiya 7 salên aloziyê de rastî siyasetên Tirkiyê hat, ji piştgiriya komên çeteyan û hewldanên kontrolkirina herêmên bakurê Sûriyê tevî şerê çapemenî bi armanca belavkirina tevliheviyê û jê sûd wergire.

Cebhet El-Nusra destê El-Qaîde yê li Sûriyê, çeteyên Artêşa Azad û DAIŞ`ê yên ku bajarên Sûriyê veguherandin kavilan û xwîna bi hezaran gelê Sûriyê rijand, hemû amûrên Tirkiyê ne. Bi awayekî eşkere hewl dan tevna civaka herêmê parçe bikin û armancên Tirkiyê bînin cih.

Tirkiyê bi hinceta parastina sînorên xwe hewl dide destê xwe di hundirê Sûriyê de dirêj bike, demografiya herêmê mîna herêmên bakurê rojavayê Sûriyê wekî Efrîn, Bab û Ezazê biguherîne. Vê yekê jî xwe dispêre hin kesayetên ji Sûriyê ku bixêrahatina dagirkeriya Tirkiyê dike û dixwaze Tirkiyê wan wek alavekê bi kar tîne.

Êlên Sûriyê kesayetên ku piştevaniya dewleta Tirk a dagirker dikin, red dikin

Di destpêka Cotmeha 2018`an de dezgehên çapemeniyê yên Tirk û Ereb meşa qaşo bi navê însiyatîfa Şepêla Sûrî ya Watanî ya ku banga derbasbûna artêşa azad û dewleta Tirk a dagirker ji bajarê Girê Spî re li bakurê Sûriyê li darxistiye weşandin.

Li gorî dazgehên çapemeniya Tirk bi dehan êlên Ereb li herêma Rihayê meşiyan û bang li dewleta Tirk kir ku derbasî herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe û li gorî gotinên wan ewlehiyê peyda bike.

Ji aliyê hundirê Sûriyê ve rûspî û şêx êlên Sûriyê yên mezin ku tev li komxebata êlên Sûriyê ya ku li bajarokê Eyn Îsa ku zêdetirî 5 hezar kes ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê yên nûnerên 70 êl û qebîleyên Sûriyê tê de amade bûn, di daxuyaniya dawîn de a komxebatê, tekez kirin ku êlên Sûriyê civaka Sûrî û hevpeymana civakî diparêzin. Her wiha banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji herêmên bakurê rojavayê Sûriyê re kirin.

Kombûna êlên Ereb li herêma Sirînê beriya du hefteyan diyar kir ku pêwîstiya êlên herêmê bi hindek kesayetên ku navê êlên Sûriyê berovajî dikin û desteka dewleta Tirk a dagirker dikin tune ye. Kombûnê bang li penaberên Sûriyê li Tirkiyê kir ku vegerin welatê xwe û serî li hember siyasetên Tirkiyê yên kirêt netewînin.

Kombûna êlên Ereb hişyarî da êlên Sûriyê yên ku niha li Tirkiyê ku dê veguherin sotemeniya agirê ku Tirkiyê Sûriyê pê dişewitîne. Tirkiyê bi tunekirina hêviyên gelê Sûriy ji bo azadî û demokrasiyê tawanbar kirin.

Tevlêbûneke berfireh ji êlan di çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker de

Daxuyaniyên Tirkiyê yên dawîn rastî nerazîbûnên gelêrî birefireh li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin. Li gel xwepêşendanên bi hezaran sûriyan li herêmên Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî yên nêzî sînor.

Hejmareke mezin û balkêş ji rûspî û êlên Ereb ên ku ji deverên cuda yên Sûriyê hatine tev li çalakiyan dibin bi taybet çalakiya mertalên zindî li bajarê Girê Spî yê bi sed metreyan ji sînor dûr e. Rûspiyan di çalakiyan de her mudexeleyeke Tirkiyê di bin çi hincetî dibe bila bibe red kirin.

Roleke sereke ya ciwanên êlên Ereb di rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de

Gelek ciwanên êlên Ereb li rex ciwanên tevahiya pêkhateyên herêmê di nav refên QSD`ê de tev li pêngavên leşkerî li dijî komên çeteyan û DAIŞ`ê bûn. Mîna şerên bajarê Kobanê di salên navbera 2014-2015`an de di bin ala Odeya Operasyonên Xezeba Firatê, rizgarkirina herêmên Sirîn, Minbic, Hol, Şedad, Tebqa, Reqa heta bighêje rizgarkirina berîka dawîn a DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê rojhilatê Sûriyê li ser sînorên Iraqê. Şervanan ji tevahiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navîna meha Adara îsal de tev li şerên dijwar bûn û DAIŞ`ê ji erdnîgariya Sûriyê tune kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din