Êlên Sûriyê dagirkeriya Tirk red dikin

Çalakiya mertalên zindî li bajarê Girê Spî di roja xwe ya 14`an de bi tevlibûneke berfireh ji şêx û rûspiyên êlên Sûriyê didome. Rûspiyan tekez kirin ku ew gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin.

Îro bi dehan şêx û rûspiyên êlên Sûriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî herêmên Hema, Himis û Deraayê tevli çalakiya konvedanê ya mertalên zindî bûn. Konê çalakiyê li taxa El-Munbetih a bajarê Girê Spî li hemberî sînorên Sûriyê-Tirkiyê bi armanca redkirina gefên Tirkiyê ji Sûriyê re li dar ket.

Di çalakiya îro de cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo, berpirsê Têkîliyên Giştî ya QSD’ê û şêxê êla El-Neîm Mihemed Şihadê, bi navê  êlên bajarê Tebqayê şêx Ebdullatîf El-Ferec axivîn. Axêveran diyar kirin ku dê li hember gefên Tirkiyê û berjewendiyên wê bisekinin.

Axaftvanan diyar kir ku Tirkiyê bi rêya şerê çapemeniyê nekarî armancên xwe li hemberî yekîtiya gelê Sûriyê pêk bianiya û êlên herêmê tekez dikin ku ew desteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Axêveran bibîrxistin ku şêniyên herêmê dê li hemberî berjewendiyên Tirkiyê yên daxwaziya vejandina desthilatiya Osmaniya Nû li ser hesabê gelên herêmê, bisekinin.

Hê jî çalakiya konê mertalên zindî li Girê Spî didome.

Tirkiyê gefa êrîşkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bihaneya avakirina herêma "ewle" dixwe û hêzên xwe li ser sînorê Bakurê Sûriyê amade kiriye. Ev jî rastî redkirina gel tê.

(fr)

ANHA 


Mijarên Din