Êlên Minbicê banga piştgiriya xizanan kir

Şêx û rûspiyên êlên bajarê Minbicê li gel pêkanîna tedbîrên xweparastinê yên li hemberî Koronavîrusê, bang li kesên dewlemend kir ku alîkariya xizanan ên ku ji ber rawestandina karên xwe zirar dîtine, bikin.

Sadiq El-Saîdî ji şêx û rûspiyên êlên bajarê Minbicê, ragihand ku wek şêx û rûspiyên êlan vê însiyatîfê digirine ser xwe û ji bo vê jî kesên ku milkên wan bi kirê ne, wê berdêla kirê ji wan nestînin. Her wiha dest bi komkirina pere û zimhêrê kirine.

El-Saîdî bal kişand ser şert û mercên kesên ku rojane debara xwe dikin û bi navê şêx û rûspiyên êlên Minbicê bang li xwediyên avahiyan kir ku kesên xizanên ku avahiyên wan kirê kirine, herî kêm kirêya meha Nîsanê ji wan nestînin. El-Saîdî, bang li bazirgan û zengînan kir ku piştgiriya civakî di navbera tevahiya şêniyên Minbicê de pêk bînin û madeyên xwarinê ji xizanan re pêşkêş bikin.

El-Saîdî diyar kir ku divê şêniyên bajarê Minbicê tedbîrên xweparastinê û qedexeya derketina derve bi cih bînin, mask û lepikan bi kar bînin heta ku bi temamî ji tehdîda vîrusê xilas bibe.

Li bajarê Minbicê gelek însiyatîfên ferdî ji bo alîkariya xizan û hewcedaran hatine destpêkirin. Tê payîn ku însiyatîfa şêx û rûspiyên êlên bajarê Minbicê jî roleke berbiçav di yekkirina însiyatîfan de bilîze da ku ji xizanan re alîkarî bê kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din