Êlên Helebê gefên Tirkiyê red kirin

Rûspî û êlên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew mudexelya Tirkiyê di kar û barên Sûriyê de red dikin û gotin dîroka têkoşîn û berxwedanê ku li hember dagirkeriya Osmanî pêketiye, venamire.

Bertekên gelê ên li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirnên wê yên dermirovî li herêmên dagirkirî herku diçe zêde dibin.

Rûspî û şêxên êlên bajarê Helebê li pêş Buroya Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) kom bûn û daxuyaniyek da.

Li ser navê êlên Helebê Xelîl Neisan daxuyanî xwend û got: "

"Dîroka mirovahiyê bi bûyerên leheniya êlan dagirtî ye. Ji ber êl bingeha hevgirtina civakî. Ji êlan ve rûmet û lehengî dest pê kir û ew saziya yekemîn a sererastkirina exlaqê temenên mirovahiyê ye. Êlan li dijî hemû êrîşên li ser welat têkoşîn kir û li ber xwe da. Di van êlan de rêgez, exlaq û navên rûmet û lehengiyê hatin sepandin.

Di van demên dawîn ên ji aloziya Sûriyê, êl der barê bûyerên ku rû didin de bê tevgera neman. Êlan li hember terorê bi her awayî, bi taybet DAIŞ’ê sekinî. Her wiha li rex hêzên parêzvanên Bakurê Sûriyê şer kir û esaleta xwe li xwe li hember parastina xakê derxist. Di wê riyê de erzan û biha oxir kir. Çawa na. Bang li wan hat kirin û wan jî bersiva bangê da. Berhema wê jî destkeftî û serkeftinên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Êlan li Rojhilatê Firatê alên serkeftinê li dijî DAIŞ’ê hildan. Bi QSD’ê re gav bi gav beşdarî şer bû, da ku serkeftin û ragihandina bidawîkirina qirêjiya terorî ya bi nûnertiya DAIŞ’ê ya bi piştevaniya ji serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve, bi dest bixe.

Lê hê jî gefên Erdogan li dijî Rojhilata Fratê berdewam in. Hikumeta Tirkiyê ji kuştina gelê Sûriyê hema kêliyekê jî venegerî. Ew her ku şans jê re peyda dibû bi navê herêma "ewle" êrîşan pêk tîne. Ew hikumet li ser kîjan herêma "ewle" diaxive ya ku li ser qafên mirovahiyê di dîrokê de xwe ava kiriye. Çanda wê, çanda kuştin û xwînrijandina ku mîraseya wê ji mezinên xwe girtiye ye.

Meclisa Sûriye Demokratîk binyada yekemîn di kombûna Sûriyan de bi hemû pêkhate û etnîkên wê ye.

Em rûspiyê êlan ji vir ve tevahî kiryarên sûcê yên ku hikumeta AKP’ê li dijî gelê kantona Efîrnê pêk tîne û her wiha jî tevî gef û binpêkirinên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar û lanet dikin.

Bimire îxanet....

Ji şehîdan re dilovanî...

Serkeftin para me..."

(fr)

ANHA


Mijarên Din