​​​​​​​Êlên Ereb: Pey berjewendiyên mêtîngeran nekevin

Rûspiyên qebîleyên Ereb ên herêma Cizîrê bang li ciwanên Sûriyê kirin ku ji bo pere pey berjewendiyên mêtîngeran nekevin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagir kirine, kiryarên dermirovî  didomîne. Ev kiryar rastî nerazîbûna gelê Sûriyê tên.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de ciwanên Sûriyê bi çek dike da ku wan beşdarî şerê li Lîbyayê û deverên din bike. Qebîleyên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî vê siyasetê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Ji rûspiyên êla Bûhemad ê ji qebîleya Cibûr Ebid Xidir El-Xidir bang li ciwan û şêniyên herêmê kir ku li pey pere nekevin û wiha got: “Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe yên mêtîngeriyê li welatên weke Lîbya û Yemenê wan bikar tîne. Ji biryara xwe ya çûyê vegerin, vegerin welatê xwe û parastina wê bikin.”

El-Xidir got: "Şerkirina ciwanên me li Lîbyayê tu fêdeya xwe nîne. Ya fêdeyê dike hevgirtina di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye. Divê ciwanên me bi welatê xwe ve girêdayî bin. Ji ber ku ti fêdeya dewletên mêtînger ji bo wan tune ye. Mêtînger bi ciwanan dilîzin û wan ber bi talûkeyê ve dikişînin."

El-Xidr bang li hemû qebîle û êlên li herêma Cizîrê û bakurê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe çêkin, ji bo parastina herêmên xwe bibin yek û li pey komployên ku Tirkiyê û dewletên mêtinger li dijî herêmê plan dike, nekevin.

Ji rûspiyên êla Amûd ê ji qebîleya Şemer, Xalib El-Sadûn jî bang li xelkê Til Hemîs û êlên Ereb ên Sûriyê kir ku li pey siyasetên dewletên mêtînger ên teşwîqkirina ciwanan û kişandina wan a ber bi şerê ku ti alaqeya wan pê nîna nekevin.

El-Sadûn got: "Ya herî girîng ew  e ku ciwanên me bajarê xwe ava bikin, ji bo avakirina Sûriyeke nû bibin ye."

‘ÇIMA DEWLETÊN MÊTÎNGER CIWANÊN XWE NAŞÎNIN?’

El-Sadûn pirsî, çima dewletên mêtînger ciwanên xwe naşînin? Çima ciwanên Sûriyê dişînin şerê ku ti alaqeya wê pêk nîne?

Ji rûspiyên êla Raşid ê ji qebîleya Tey a Ereb, Mihemed Reşîd El-Abdullah jî ev tişt anî ziman: "Divê ciwanên me xwe bi dolar û lîreyan nefroşin û xwe  ji bo berjewendiyên dewletekê nekişînin talûkeyê. Em ne bi derketina ciwanên me ji xaka Sûriyê re ne, xema me berjewendiyê bajar, gel û ciwanên me ye."

Al-Abdullah bang li rûspiyên Ereb ên herêma Cizîrê kir ciwanên xwe ji bo mûçeyan neşînin dereve û got: "Heger biçe wê were kuştin, piştre wê çi bi mûçeyan bikin. Divê em pergala xwe ya leşkerî ya QSD‘ê ya ku herêm ji çeteyan rizgar kir biparêzin. Bi saya QSD‘ê em niha bi aştî û aramî dijîn."

ANHA


Mijarên Din